'Dewleta tirk êrîşî sivîlan dike'

  • 09:54 27 Sibat 2020
  • Rojane
Hesna Mihamed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Mûfîde Hesen a ku ji Efrînê ye û di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser gundewarên Şêrewa birîndar bûye, wiha got: "Tevî ku em koçber bûne, lê heta niha em ji êrîşên dewleta tirk a dagirker xelas nebûne. Her roj komkujî li ser me dubare dibe."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 25'ê Sibatê de êrîşî gundewar û navçeya Şêrewa kir û di encamê de malbatek ji 3 kesan pêk dihat ji ber topbaranê mala wan hilweşiya û dayika bi navê Fatma Elî  ya 45 salî, Hesen Mihemed yê 55 salî û Sêroj Hesen ya 13 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha malbatek din ji 3 kesan pêk tê ji gundê Aqîbê di encama topbaranê de birîndar bûn û navê wan Mûfîde Remzî Hesen ya 46 salî, Îsmet Cemîl Hemo yê 40 salî û zarokê bi navê Cemîl Hemo 8 salî ye. Di derbarê topbaranê de Mûfîde Hesen ku birîndar bûye nêrîna xwe anî ziman.
 
‘Di encama êrîşan de em birîndar bûn’
 
Mûfîdê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Tevî ku em koçber bûne, lê heta niha em ji êrîşên dewleta tirk a dagirker xelas nebûne. Her roj komkujî li ser me tên kirin. Em sê mal li gel hev dijiyan. Dewleta tirk di êrîşan de mala me hedef girt û êrîş kir. Malbata min û ya cîranê me di bin kavilan de ma. Ez, hevjîn û kurê min birîndar bûn. Cîranên min jî jiyana xwe ji dest dan. Me bi zehmetiyeke mezin xwe ji nav kavilan xelas kir. Lingê min şikest, serê kurê min birîndar bû û hevjînê min jî ji sînga xwe birîndar bû."
 
'Dewleta tirk êrîşî sivîlan dike'
 
Mûfîde herî dawî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:"Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Em her rastî êrîşên dewleta tirk tên. Dewleta tirk sivîlan armanc digire. Em êrîşên dewleta tirk ên li ser axa xwe qebûl nakin."