Di ser mutabakata Dolmabahçeyê ya hat înkarkirin de 5 sal derbas bû

  • 09:27 27 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Di ser mutabakata Dolmabahçeyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsî û rayedarên dewletê eşkere kirin de 5 sal derbas bû. Piştî mutabakatê 20 roj şûnde pêvajoya înkarê dest pê kir û bi vî awayî jî bû sedema berdewamkirina pêvajoya bi pevçûn.
 
Di 28’ê Sibata 2015’an de di pêvajoya çareseriyê ya der barê ku pêvajoya bi pevçûn bi dawî bibe de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mutabakata Dolmabahçeyê ji rayagiştî re deklare kir. Abdullah Ocalan di mutabakatê de hesreta aştiya ku gelê Kurd û hemû gel tînin ziman pêşkêş kir.
 
Mutabakata Dolmabaçeyê çi bû, kê tê de cih girt?
 
Ji bo Mutabakata Dolmabahçeyê ji rayagiştî re bê deklerekirin di 28’ê Sibata 2015’an de heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê ku wezîrê karê hundir ê demî Efgan Ala, cigirê serokwezîr Yalçin Akdogan, serokwekîlê koma AKP’ê Mahîr Unal û endamên heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken jî hebû di ofîsa serokatiya li Dolbahçeyê hatin cem hev û deklerasyona ji 10 xalî pêk dihat aşkera kirin.
 
Ligel nîqaşan di 28’ê Sibata 2015’an de mutabakata Dolmabahçeyê hat îmzekirin. Sirri Sureya Onder ku di heyeta Îmraliyê de bû der barê mutabakatê de li ofîsa Dolmabahçeyê got: “Em hatin asta girîng ya pêvajoya dirêj. Em hatine asteke dîrokî ya girîng a der barê çareseriya pirsgirêka Kurd. Heta îro zîhniyeta serdest a dewletê ev mijar wek alava desthilatdariyê fikiriye û kiriye qurbana şîdeta kor. Ji ber vê jî heta ku çareserî bi aştî û demokrasiya gerdûnî pêk neyê, veguhetsineke dadî û wekhevî jî nayê fikirîn. Ligel van hemû nirxandinan dem bi dem pirsgirêk û astengî çêbibin jî pêvajoya diyalogê bi awayekî fermî û cidî gihaştiye astekê.”
 
Abdullah Ocalan banga civîna awarte li PKK’ê kir
 
Abdullah Ocalan piştî daxuyaniyên Îmraliyê ji PKK’ê re peyamek şand û diyar kir ku yek ji hedefa wî ya sereke ev e ku pêvajoya pevçûnê ya 30 salî bigihêjîna çareseriyeke demokratîk û aştiyeke mayînde û bang li PKK’ê kir ku di mehên biharê de biçe kongreya awarte.
 
Ji Newroza Amedê peyama dîrokî
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî peyamê bi heyeta HDP û dewletê re li Îmraliyê di 19’ê Adarê de hevdîtin kir. Di hevdîtina hat kirin de biryar hat girtin ku ligel heyetan Lijneya Şopandinê jî tevlî bibe. Peyama Abdullah Ocalan a hevdîtinê di Newroza Amedê de hat xwendin.
 
Sînyalên xerabûna mutabakatê hat dayîn
 
Rojek piştî Newrozê di 22’ê Adara 2015’an de serokomar ku ji Ukraynayê vedigeriya ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku li Dolmabahçeyê du metnên ji hev cuda hatine xwendin û daxuyaniya hatiye dayîn rast nabîne û got li dijî heyeta şopandinê ye.
 
Carek din derewand
 
Di 24’ê Nîsana 2015’an de Serokomar di vekirineke li Edeneyê de wiha gotibû: “Yên îro pişta terorê digirin wê bikevin heman çalê. Duh yek derketiye behsa Mutabakata Dolmabahçeyê dike. Mutabakatek wisa tune ye. Ev desthilatdarî bi rêxistina terorê re mutabakatê nake û ne mijara gotinê ye.”
 
Erdogan li gelek cihî daxuyaniyên weke ‘mutabakat yekalî ye’ kir.
 
Zemîna pêvajoya pevçûnê hat amadekirin
 
Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li Serêkaniyê du polîs bi awayekî guman hatin kuştin û pêvajo bi vî awayî vegerî pêvajoya pevçûnê. Hikûmetê kuştina polîsan bi PKK’ê ve girêda. Recep Tayyîp Erdogan got ‘me pêvajo rakir cemedankê’. Hikûmetê bi vî awayî zemîna pêvajoya pevçûnê jî ava kir û ji ser HDP û Kurdan polîsan zext xist dewrê. Li hember Qendîlê jî êrîşên hewayî berdewam kirin. Rayedarên KCK’ê jî daxuyanî dan û diyar kirin ku AKP’ê agirbest bi awayekî fermî qedandiye.
 
10 xalên di Mutabakata Dolmabahçeyê de cih digirtin wiha bûn:
 
*Siyaseta demokratîk;venasîn û naveroka wê
 
*Venasîna aliyên neteweyî û herêmî yên çareseriya demokratîk
 
*Ewlehiyên demokratîk û qanûnî ya welatîbûna azad
 
*Têkiliya siyaseta demokratîk ya bi dewlet û civakê re û der barê sazîbûna vê de sernav
 
*Aliyên civakî-aborî yên pêvajoya çareseriyê
 
*Avabûna ewlehiya nû ya pêvajoya çareseriyê rê li ber vedike
 
*Çareseriyên qanûnî yên pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê û ewlehiyên wê
 
*Têgeha nasnameyê, der barê venasîna wê de ewlehiyên mekanîzmaya wekhevî û demokratîkbûna piranî
 
*Bi pîvanan venasîna Komara Demokratîk, welatên hevpar û netewê, di nav pergala demokratîk a piranî de çareserkirina ewlehiya qanûnî û destûra bingehîn.
 
*Destûreke bingehîn ya nû ku van hemûyan dihewîne
 
Piştî mutabakatê çi hat jiyîn?
 
*Di 11’ê Nîsana 2015’an de li Giyadîn a Agiriyê di navbera PKK û leşkeran de pevçûn hat jiyîn 4 leşker birîndar bûn û 5 gerîla hatin kuştin.
 
*Di 17’ê Gulana 2017’an de Konseya Rêveber a KCK’ê, AKP ji êrîşên li hember buroyên hilbijartinê yên HDP’ê, berpirs dît.
 
*Di 31’ê Gulana 2015’an de serokwezîr Ahmet Davutoglu, got piştî hilbijartinan wê muxatabê pêvajoya çareseriyê li ber çavan derbas bikin.
 
* Di 5’ê Hezîrana 2015’an de li hember mîtînga hilbijartinê ya HDP’ê ya Amedê êrîşa bombeyî pêk hat û 5 kesî jiyana xwe ji dest da, 400 kes jî birîndar bûn.
 
*Di 7’ê Hezîranê de HDP’ê ji sedî 13.02 deng girt û bi 80 parlamenterî ket meclîsê.
 
*Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê DAIŞ’ê êrîşa bombeya zindî pêk anî û 32 ciwanên SGDF’ê jiyana xwe ji dest dan.
 
*Di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgim a Muşê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
 
*Di 17’ê Tebaxê de hejmara navendên rêveberiya xweser îlan kirin derket 16’yî.
 
*Di 19’ê Tebaxa 2015’an de li Cizîrê xendek hatin kolandin.
 
*Di 15’ê îlona 2015’an de qedexeyên derketina derve hatin destpêkrin û piştî vê 22 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hember mîtînga aştiyê ya Gara Enqereyê bombeya zindî teqand. 102 kesî jiyana xwe ji dest da bi sedan kes jî birîndar bû.
 
*Ji ber ku hikumet nehat avakirin di 1'ê Kanûna 2015'an de hilbijartin hat dubarekirin. 
 
*Di 27’ê Kanûna 2015’an de KCD’ê piştî civîna awarte deklerasyona herêmên xweseriya demokratîk a14 xalî pêk anî.
 
*Di navbera 14’ê Kanûna 2015 û 2’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve 78 rojan berdewam kir û li gorî rapora THÎV’ê mîlyonek û 642 hezar kes ji qedexeyê bi bandor bûye û 310 sivîlî jî jiyana xwe ji dest daye.
 
*Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk li dijî Efrînê operasyona 'Şaxê Zeytûnê' dest pê kir. Li Efrînê bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran sîvîl hatin koçberkirin. 
 
*Di 9'ê Cotmeha 2019'an de Tirkiyeyê li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê operasyona bi navê "Kaniya Aştiyê" dest pê kir.