Kesê Nazmiye qetil kir hat girtin

  • 11:55 5 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - Ramazan Dîrgen ê ku li Çubukê Nazmiye Koyuncu qetil kir  hat girtin.
 
Li navçeya Çubuk a Enqereyê di 31'ê Çileyê de jina bi navê Nazmiye Koyuncu bi alava jêkirinê hatibû qetilkirin. Derbarê qetilkirina Nazmiye de wekî gûmanbar mêrê pê re zewicandî, dayika wê û bavê wê hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna li emniyetê hatibû aşkerakirin ku Ramazan Dîrgen yê bi nazmiyeyê re zewicandî ew qetil kiriye. 
 
Gûmanbar piştî derxistin dadgeha nobedar hat girtin û şandin girtîgehê.