Kesê Nazmiye qetil kir hat girtin 2020-01-05 11:55:07   ENQERE - Ramazan Dîrgen ê ku li Çubukê Nazmiye Koyuncu qetil kir  hat girtin.   Li navçeya Çubuk a Enqereyê di 31'ê Çileyê de jina bi navê Nazmiye Koyuncu bi alava jêkirinê hatibû qetilkirin. Derbarê qetilkirina Nazmiye de wekî gûmanbar mêrê pê re zewicandî, dayika wê û bavê wê hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna li emniyetê hatibû aşkerakirin ku Ramazan Dîrgen yê bi nazmiyeyê re zewicandî ew qetil kiriye.    Gûmanbar piştî derxistin dadgeha nobedar hat girtin û şandin girtîgehê.