Nergis Mihemedî sewkî nexweşxaneyê hat kirin

  • 15:01 27 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên mirovan, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî Nêrgis Mihemedî sewkî nexweşxaneyê hat kirin. 
 
Hevjînê çalakvanê mafên mirovan, xwediyê xelata Nobelê ya aştiyê û girtiyê siyasî Nergis Mihemedî Taghî Rahmanî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Nêrgiz a ku di girtîgeha Êvînê de ye îro sewkî nexweşxaneyê hatiye kirin.
 
Nergîs a ku nexweşiya dil pê re heye û di sînga wê de girseyek heye îro şandin nexweşxaneyê. Taghî got: "Nergis Mihemedî di dawiyê de piştî paşxistina 9 heftiyan, bi zextên civaka cîhanî û medyayê, bi piştgiriya civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan, sewkî nexweşxaneyê hat kirin". Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku ev 9 hefte derengmayîn û bi salan di girtîgehê de zerareke mezin daye tenduristiya Nêrgîs û hat bibîrxistin ku divê bi lez bê dermankirin.