Hejmara Kovara Jinê ya nû hat weşandin

  • 10:56 27 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 87'an a Kovara Jinê bi manşeta 'Zayendperestî, Olperestî û Netewperestî' hat weşandin. 
 
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 87'an de bal kişand ser tundî û zordariya li ser jinê di sêgoşeya olperestî-neteweperestî-zayendperestî de. 
 
Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji asîman sê sêv ketin" de balê dikişîne ser nefret û dijminatiya li hemberî, jinê. 
 
Ebru Gunay di nivîsa xwe ya bi sernavê "Neteweperestiya bi krîza mêraniyê re li gel hev" de, tevî nêzîkatiyên neteweperest û nîjadperest, balê dikişîne ser serhildan û berxwedana jinan a li tevahiya cîhanê.
 
 Hulya Osmanağaoglu di gotara xwe ya bi sernavê "Kolonyalîzm, 'Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna femînîst" de balê dikişîne ser têkoşîna femînîst
 
Sakîne Esen Yilmaz di nivîsa xwe ya bi sernavê "Îdeolojiyeke derewîn: Neteweperestî, nîjadperestî, zayendperestî" de balê dikişîne ser wê yekê ku nirxên wekî welat û netewe ji bo veşartina meylên çetetiyê tên bikaranîn û destnîşan dike ku neteweperestî bi rastî îdeolojiyek derew e. 
 
Meryem Agar di nivîsa xwe ya bi sernavê "Zewaca jinan: Çi pîroz e", de balê dikişîne ser têkoşîna jinan û encamên wê. 
 
"Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
 
* Ji asîman sê sêv ketin –Alîn Karakaş
 
*Netewperestiya li gel krîza mêraniyê - Ebru Gunay
 
*Dagirkerî, 'Jin jiyan azadî' û têkoşîa feminîst – Hulya Osmanoglu
 
*Îdeolojiyek derew: Netwperestî, nijadperestî, zayendperestî – Sakine Esen Yilmaz
 
*Zewaca jinan: Tişta pîroz çi ye? – Meryem Agar”