7 kesên belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin hatin girtin

  • 09:18 26 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Jê 6 jin 7 kesên ku li Esenyurtê bi munasebeta 25'ê Mijdarê belavok belav kirin hatin girtin. Hinceta girtinê jî gotina "Tundiya mêr-dewletê" ya li ser belavokan e.
 
Jê 6 jin 7 kesên ku li Esenyurtê bi munasebeta 25'ê Mijdarê belavok belav kirin hatin girtin. Hinceta girtinê jî gotina "Tundiya mêr-dewletê" ya li ser belavokan e. 
 
7 kesên ku birin Navenda Polîsan a Kiraçê piştî îfadeya emniyetê bi daxwaza dozgeriyê bi idiaya "Propagandaya rêxistinê" kirine hatin giritn. 
 
Dadgehê ji ber belavokên ku li ser nivîsa "tundiya mêr-dewletê" hatibû nivîsandin bi hinceta ku "Dewleta biçûk tê xistin û gel teşwîqî kîn û dijminaetiyê dike" hatin girtin.
 
7 kesên hatin girtin navên wan wiha ne:Ayfer Yilmaz, Muzaffer Îpek, Turkan Sunbul, Elvan Uçar, Murvet Kesen, Zubeyde Agirbaş û Maynur Yilmaz.