‘Li dij şerê taybet çi hewce bike em ê bikin’

  • 09:05 28 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Roza Metîna 
 
ÊLIH - Berdevka TJA’yê ya Êlihê Havva Can têkildarî polîtîkayên şerê taybet, tundiya li jinan tê kirin û qetilkirina jinan banga têkoşîna hevpar a jinan kir û got:” Li dij şerê taybet, li dijî qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan tê kirin çi hewce bike em ê bikin. Divê em pêşeroja zarok û civaka xwe biparêzin. Divê em li qadan bin û li dijî şerê taybet dengê xwe bi awayekî xurt derxin.”
 
Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de tundiya li ser jinan, qetilkirina jinan bi awayekî sîstematîk dewam dike. Bi taybet di serdema îktidara AKP-MHP’ê de bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya mêr a li ser jinan zêdetir bû û zagonên ku ji bo parastina jinan û zarokan hatine derxistin bû mijara bazarê ya di nava tifaqa partiyên mîna AKP-MHP’ê, HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refahê de. Li dijî vê tifaqa ku êrişî destkefiyên jinan dike jî têkoşîna jinan a li qadan dewam dike. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Havva Can derbarê mijarê de nirxandin kir. Havva di nirxandina xwe de peyama dewamiya têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta baviksalarî da. 
 
‘Dixwazin dengê jinan qut bikin’
 
Havva di destpêkê de bal bir ser armanca êrişa li ser jinan û qetilkirina wan û wiha got:”Armanca êrişa li ser jinan û qetilkirina wan ew e ku dengê jinan bê qutkirin. Ya ku li hemberî feodalîteyê li hemberî sîstemê ya ku dengê xwe bilind dike jin e. Ya ku tundiyê qebûl nake jin e. Ev neqebûlkirin tê wateya parastina jin û zarokan.” 
 
‘Ya di destên jinan de maye xweprastin e’
 
Havva bi lêv kir ku divê jin xwe biparêzin û wiha dewam kir:”Zihniyeta mêr li hemberî jinan derdikeve. Em di sedsala 21’emîn de ne lê belê ji bo parastina jinan û zarokan tu zagonên bi bandor tune ne. Tu maf ji bo jin û zarokan nayên dayin. Her wiha ev hişmendiya baviksalarî jî nayê guhertin. Loma tenê tiştek di destên jinan de dimîne. Ev jî xweparastin e. Zihniyeta baviksalar tenê dibêje bila jin li malê bin û zarokan bînin. Loma di destê jinê de tenê ew dimîne ku wê dengê xwe çawa bigihîne civakê.” 
 
‘Gelo piştî ez bimirim hûn ê dengê min bibihîsin?’
 
Havva diyar kir ku zagon jinan naparêzin û wiha pê de çû:”Jin li kuçeyan be, li malê be li ser medyaya dîjîtal be li dijî tundiyê vê gotinê dike, ‘Gelo piştî ez bimirim hûn ê dengê min bibihîsin?’ Ev jî bi tena serê xwe pirsgirêkek e û ev yek aciziya mêr nîşan dide. Ji ber zagon jinan naparêze loma jin vê gotinê dike. Li kuçeyan, li malê, li cihê kar jin di talûkeyê de ne. Heta jin li meclîsê jî di talûkeyê de ne. Ji ber ku zihniyeta mêr dibêje, ‘Ez çi bibêjim bila wek a min be.’ Loma divê bi lezgînî ji bo jin û zarokan zagonên ku wan dikarin biparêzin bên derxistin.” 
 
‘Jin jiyan e’
 
Havva da xuyakirin ku ya ku li hemberî her qirêjiyê dengê xwe bilind dike jin e û wiha got:”Em dibêjin jin jiyan e. Dema ku em jiyana xwe neparêzin wê demê em ê bi pirsgirêkên mezin rû bi rû bimînin. Dayik îro ji bo parastina xwe û zarokên xwe li berxwe didin. Ji bo zarokên xwe ji maddeya hişbirê biparêzin dîqîre. Dîsa ya ku li hemberî fûhûşê derdikeve jin e. Ya ku li hemberî her qirêjiyê dengê xwe bilind dike dîsa jin e. Divê em vêya  ji mêrên ku jinan qetil dikin û tundiyê li jinan dikin bipirsin, ‘Gelo yên ku we 9 mehan di zikê xwe de hiltîne kî ne? Hûn çawa dihêlin hevjîna xwe, qîza xwe, dayika xwe, xwişka xwe li hemberî vê bêhiqûqiyê bê parastin bihêlin? Gelo hûn çiqasî dikarin ji xwe re bêjin em bi exlaq in em bi wijdan in?’ Li derekê tundiya li ser jinan hebe divê mêr li hemberî vê tundiyê derkeve. Divê ne tenê jin li kolanan li dijî tundiyê biqêre, divê li malê, li kolanan mêr bêjin, ‘Em tundiya li ser jinê qebûl nakin.’ Lê belê mixabin di tu derê vê sîstemê de parastina ji bo jinan tune ye.”
 
‘Polîtîkayên şerê taybet jinê dike hedef’ 
 
Havva di heman demê de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha got:”Gotina, ‘Ji carekê tiştek nabe’ rê li qetilkirinan vekir. Me dît ku Narîn Guran hat qetilkirin. Dîsa Rojîn Kabaîş hat qetilkirin. Dema em vana wekî xelekekê bigirin dest li vî welatî bi hezaran jin hatine qetilkirin. Lê belê li hemberî vê yekê tu sekneke parastinê ya mêran tune ye. Dema ku em li hemû bûyerên ku qewimîne binêrin ev jî bi polîtîkayên şerê taybet girêdayîne. Polîtîkayên qirêj ên ku li ser me tên meşandin. Van polîtîkayana pêşî jinê dike hedef. Her wiha hişbir û fûhûşê ferz dikin. Niha em dinêrin temenê bikaranîna hişbirê daketiye 10 salî. Em li vê yekê dinêrin em dibînin ku talûkeyeke pir mezin heye. Me li Colemêrgê jî dît ku ev sîstem çawa jinan bi rêya fûhûşê dixwazin têxin xefka xwe. Dixwazin bi vî hawî jinan ji civakê dûr bixin.”
 
‘Li dij şerê taybet çi hewce bike em ê bikin’
 
Havva da zanîn wê her tim li dijî şerê taybet dengê xwe bi awayekî xurt bilind bikin û wiha got:”Demekê li Batmanê jî întixarkirina jinan zêde bûn. Ev întixar ne belasebe bûn. Polîtîkayên şerê taybet ciwanên me bê maf hiştine. Bê çare hiştine. Vê carê jî ciwan çareyê di întixarê de dibînin. Lê belê em wekî jinên kurd tu wextê jî vê qebûl nakin. Li dij şerê taybet, li dijî qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan tê kirin çi hewce bike em ê bikin. Divê em pêşeroja zarok û civaka xwe biparêzin. Divê em li qadan bin û li dijî şerê taybet dengê xwe bi awayekî xurt derxin.”
 
Banga têkoşîna bi hev re 
 
Havva herî dawî qala xebatên xwe yên hevpar kir û banga têkoşîna bi hev re ya ji bo jinan kir. Havva wiha got:”Li dijî şerê taybet û tundiya li ser jinan me wekî Tevgera Jinên Azad meş li darxistine, daxuyanî dane, me atolyeyên polîtîkayên şerê taybet li dar xistine her wiha em atolyeyên jin dikarin xwe çawa biparêzin li dar dixin. Her wiha em wekî TJA’yê bi DBP û DEM Partiyê re jî xebatên hevpar ên li dijî tundiya li jinan tê kirin û qetilkirina jinan her wiha li dijî polîtîkayên şerê taybet dikin. Li dijî van polîtîkayan em ji hemû jinan re dibêjin werim em bi hev re bibin deng. Em bi hev re biqîrin. Em bi hev re li dijî tiştên li ser me hatine ferzkirin em bêjin em qebûl nakin. Ji ber ku çavkaniya jiyanê jin e. Dema ev çavkaniya jiyanê zuha bibe wê demê civak jî wê bi tunebûnê rû bi rû bimîne. Divê em karên xwe wiha bi hev re bimeşînin û li dijî tundiya li ser jinan em bi hev re bisekinin.”