7 kesên belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin hatin girtin 2019-11-26 09:18:34   STENBOL - Jê 6 jin 7 kesên ku li Esenyurtê bi munasebeta 25'ê Mijdarê belavok belav kirin hatin girtin. Hinceta girtinê jî gotina "Tundiya mêr-dewletê" ya li ser belavokan e.   Jê 6 jin 7 kesên ku li Esenyurtê bi munasebeta 25'ê Mijdarê belavok belav kirin hatin girtin. Hinceta girtinê jî gotina "Tundiya mêr-dewletê" ya li ser belavokan e.    7 kesên ku birin Navenda Polîsan a Kiraçê piştî îfadeya emniyetê bi daxwaza dozgeriyê bi idiaya "Propagandaya rêxistinê" kirine hatin giritn.    Dadgehê ji ber belavokên ku li ser nivîsa "tundiya mêr-dewletê" hatibû nivîsandin bi hinceta ku "Dewleta biçûk tê xistin û gel teşwîqî kîn û dijminaetiyê dike" hatin girtin.   7 kesên hatin girtin navên wan wiha ne:Ayfer Yilmaz, Muzaffer Îpek, Turkan Sunbul, Elvan Uçar, Murvet Kesen, Zubeyde Agirbaş û Maynur Yilmaz.