Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin
- 08:54 26 Mijdar 2019
- Rojane
ENQERE - Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan de girt û li ser fermana Dadgeha Mêrsînê ew binçav kirin.
Li Enqereyê polîsan serê sibê zû bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî serdegirtinê binçav kirin. Hat zanîn ku 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê biryara binçavkirina Bêrîvan derxistiye. Hat ragihandin dê Bêrîvan Altan bibin Mêrsînê.