Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin 2019-11-26 08:54:39   ENQERE - Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegihana  Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan de girt û li ser fermana Dadgeha Mêrsînê ew binçav kirin.    Li Enqereyê polîsan serê sibê zû bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî serdegirtinê binçav kirin. Hat zanîn ku 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê biryara binçavkirina  Bêrîvan  derxistiye. Hat ragihandin dê Bêrîvan Altan bibin Mêrsînê.