Li Periyê protestoyên li dijî qeyûm didomin

  • 17:10 19 Mijdar 2019
  • Rojane
DÊRSÎM - Di roja 7'emîn de protestoyên li dijî tayinkirina qeyûman a li ser Şaredariya Periyê didomin. 
 
Qeyûm tayîni Şaredaiya Periya Mazgirtê ya Dêrsimê hatibû kirin. Di roja 7'emîn de protestoyên li dijî tayinkirina qeyûman a li ser Şaredariya Periyê didomin. Îro li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de pankarta "Dest îradeya min nede" hat vekirin. Endama Meclîsa Şaredariya Periyê Narin Guray axivî û got:"Şaredarî îradeya gelan e loma em tayinkirina qeyûman qebûl nakin. "
 
Endamê Meclîsa HDP'ê Cengiz Fidan jî wiha got:"Ew ê qeyûm biçe ciwanê werin. Ew ê ciwan ji serkeftinê pêşengtiyê bikin."