Parlamentera Elman bal kişand ser rewşa Suade Xedirzade

  • 15:24 28 Cotmeh 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzera mafên zarokan a Fraksiyona SPD li Parlamentoya Elmanyayê Sara Larkamp, ??li ser Facebookê têkildarî rewşa Suade Xedirzade û keça wê ya du salî ku li girtîgeha Urmiyê tên girtin, peyamek belav kir.
 
Sara Larkamp ragihand ku hezar û 200 rojin girtiya siyasî Suade Xedirzade û keça wê ya 2 salî ya bi navê Solîna di girtîgeha Urmiyeyê de tê girtin û wiha got: “Keça Suade li nava girtîgehê ji dayik bûye. Ew di şert û mercên xerab de dijîn û êş û azarê dikişînin. Her wiha ji lênêrîna bijîşkî û pêwîstiyên her dayikekê ji zaroka xwe re bêpar dimînin û mafên wan ên bingehîn nayên dabînkirin. Li gel Rêxistina Hewar Help ji bo azadkirina wan hewl didin. Divê tu zarok û dayik bi vî awayî êşê nekişîne.”
 
Herî dawî Larkamp bang li çalakvan û azadîxwazan kir ku ji bo azadî û pêşerojeke baştir li Îranê werin bi hev re têbikoşin.
 
Sara Larkamp, ??parêzera mafên zarokan a ji Fraksiyona SPD li Parlamentoya Elmanyayê ye û ev zêdetirî 2 salin kefaleta Suade Xedirzade û keça wê Solîna ya 2 salî girtiye ser xwe. Her wiha li gel Rêxistina Hewar Help ji bo azadkirin wan hewl dide.
 
Hêjayî gotinêye ku di meha Îlona sala 2021’an de Suade Xedîrzade ya 24 salî û xelkê Pîranşar, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve li Pîranşar hate binçavkirin û şandin girtîgeha Urmiyeyê. Bi tometa ‘endamtiya rêxistinek muxalîf’ 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dema Suade Xedirzade hatî girtin, du canî bû û neçar ma ku di nava rewşa tirsnak û metirsîdar a girtîgehê de zaroka xwe bîne cîhanê.
 
Beriya niha Suade Xedirzade ji ber zextên desthilata Îranê yên ji bo îtîrafkirinê, hewla dawî li jiyana xwe bîne dabû, rêgirî lê hatibû kirin.