Li Periyê protestoyên li dijî qeyûm didomin 2019-11-19 17:10:13   DÊRSÎM - Di roja 7'emîn de protestoyên li dijî tayinkirina qeyûman a li ser Şaredariya Periyê didomin.    Qeyûm tayîni Şaredaiya Periya Mazgirtê ya Dêrsimê hatibû kirin. Di roja 7'emîn de protestoyên li dijî tayinkirina qeyûman a li ser Şaredariya Periyê didomin. Îro li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de pankarta "Dest îradeya min nede" hat vekirin. Endama Meclîsa Şaredariya Periyê Narin Guray axivî û got:"Şaredarî îradeya gelan e loma em tayinkirina qeyûman qebûl nakin. "   Endamê Meclîsa HDP'ê Cengiz Fidan jî wiha got:"Ew ê qeyûm biçe ciwanê werin. Ew ê ciwan ji serkeftinê pêşengtiyê bikin."