Piştî bi dawîkirina perwerdeya tendirûstiyê bawername hatin belavkirin

  • 17:43 18 Mijdar 2019
  • Rojane
HELEB - Piştî bi dawîkirina perwerdeya tenduristiyê ya li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê bawername li  li xwendekaran hatin belav kirin. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa tenduristiyê perwerdeya tenduristiyê ya 3 mehan hatibû vekirin. Îro bi şahiyekê perwerde bi dawî bû. Bi dehan ciwan û endamên tenduristiyê tevlî bernameya bi dawîbûna perwerdeyê bûn. Di perwerdeya tenduristiyê de gelek waneyên tenduristiyê hatin dayîn. 
 
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş axivî û wiha got: "Em weke ciwan me xwest ciwanan di aliyê tenduristiyê de jî perwerde bikin. Vê perwerdê nêzî 3 mehan dewam kir. Baweriya me bi ciwanan heye ku perwerdeya ku dîtine bixin xizmeta civaka xwe."
 
Piştî axaftinê ji aliyê bijîjkan ve bawername li xwendekaran hatin belavkirin.