Piştî bi dawîkirina perwerdeya tendirûstiyê bawername hatin belavkirin 2019-11-18 17:43:39   HELEB - Piştî bi dawîkirina perwerdeya tenduristiyê ya li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê bawername li  li xwendekaran hatin belav kirin.    Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa tenduristiyê perwerdeya tenduristiyê ya 3 mehan hatibû vekirin. Îro bi şahiyekê perwerde bi dawî bû. Bi dehan ciwan û endamên tenduristiyê tevlî bernameya bi dawîbûna perwerdeyê bûn. Di perwerdeya tenduristiyê de gelek waneyên tenduristiyê hatin dayîn.    Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş axivî û wiha got: "Em weke ciwan me xwest ciwanan di aliyê tenduristiyê de jî perwerde bikin. Vê perwerdê nêzî 3 mehan dewam kir. Baweriya me bi ciwanan heye ku perwerdeya ku dîtine bixin xizmeta civaka xwe."   Piştî axaftinê ji aliyê bijîjkan ve bawername li xwendekaran hatin belavkirin.