'Li dijî êrîşan rabin ser piyan'

  • 14:01 16 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û gotin: "Banga me ji saziyên mafê mirovan û Meclîsa bi Ewle re heye ku bi erkên xwe ya mirovahiyê li dijî dagirkeriyê rabin." 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Fafînê Şehbayê dan. Bi tevlîbûna hemû jinên ku cihên xwe di sazî û meclîsên Kantona Şehbayê de digirin amadebûn. Di daxuyaniyê de wêneyên pakrewanên azadiyê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Duh Efrîn, îro Cizîr"  hatin hildan. Daxuyanî li ser navê Hevjînên Şehîdan a Kantona Şehbayê, Zekiye Ismeîl ve hat xwendin.
 
Êrişê sivîlan dikin
 
Daxuyanî wiha bû: "Ji dest pêka aloziya Sûriyeyê û heta roja îro gelê Sûriyeyê di komkujî û kiryarên dijmirovatî re derbas dibe. Dagirkeriya dewleta tirk bi hemû cureyên çekên giran û yên qedexekirî êrîşî gelê sivîl dike. Zarok û gelê me bi çekên kîmyewî dişewtîne, malên gel talan û wêran dike. Bi armanca dagirkirina xaka Sûriyeyê û parçekirina wê ye. 
 
Her êrîşên dewleta tirk jina azad hedef digire. Wekî Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û hevala me Amara û koçberkirina bi hezaran ji şêniyên herêmê û guhartina demokrafîyê bi hinceta avakirina herêmek bi ewle. Hedefa dewleta tirk zindîkirina Împaratoriya Osmaniya ne.
 
Li dijî êrîşan rabin ser piyan
 
Em weke malbetên şehîdan ya Kantona Şehbayê her em ê ji bo parastina ax û rûmeta xwe ji faşist Erdogan li ser piya bin, em soza xwe nû dikin ku em ê li ser xeta pakrewanên xwe bin û xwesteka wan ya pêkanîna civakek azad û demokratîk pêk bînin. Em jinên Şehbayê piştgiriyê didin gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em dagirkeriya Erdogan li ser Efrîn û Rojhilatê Firatê şermezar dikin. Banga me ji saziyên mafê mirovan û Meclîsa bi Ewle re heye ku bi erkên xwe ya mirovahiyê li dijî dagirkeriyê rabin û hebûna Sûriyeyê biparêzin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rûmetê", "Bimire îxanet" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.