'Li dijî êrîşan rabin ser piyan' 2019-11-16 14:01:37   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û gotin: "Banga me ji saziyên mafê mirovan û Meclîsa bi Ewle re heye ku bi erkên xwe ya mirovahiyê li dijî dagirkeriyê rabin."    Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Fafînê Şehbayê dan. Bi tevlîbûna hemû jinên ku cihên xwe di sazî û meclîsên Kantona Şehbayê de digirin amadebûn. Di daxuyaniyê de wêneyên pakrewanên azadiyê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Duh Efrîn, îro Cizîr"  hatin hildan. Daxuyanî li ser navê Hevjînên Şehîdan a Kantona Şehbayê, Zekiye Ismeîl ve hat xwendin.   Êrişê sivîlan dikin   Daxuyanî wiha bû: "Ji dest pêka aloziya Sûriyeyê û heta roja îro gelê Sûriyeyê di komkujî û kiryarên dijmirovatî re derbas dibe. Dagirkeriya dewleta tirk bi hemû cureyên çekên giran û yên qedexekirî êrîşî gelê sivîl dike. Zarok û gelê me bi çekên kîmyewî dişewtîne, malên gel talan û wêran dike. Bi armanca dagirkirina xaka Sûriyeyê û parçekirina wê ye.    Her êrîşên dewleta tirk jina azad hedef digire. Wekî Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û hevala me Amara û koçberkirina bi hezaran ji şêniyên herêmê û guhartina demokrafîyê bi hinceta avakirina herêmek bi ewle. Hedefa dewleta tirk zindîkirina Împaratoriya Osmaniya ne.   Li dijî êrîşan rabin ser piyan   Em weke malbetên şehîdan ya Kantona Şehbayê her em ê ji bo parastina ax û rûmeta xwe ji faşist Erdogan li ser piya bin, em soza xwe nû dikin ku em ê li ser xeta pakrewanên xwe bin û xwesteka wan ya pêkanîna civakek azad û demokratîk pêk bînin. Em jinên Şehbayê piştgiriyê didin gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em dagirkeriya Erdogan li ser Efrîn û Rojhilatê Firatê şermezar dikin. Banga me ji saziyên mafê mirovan û Meclîsa bi Ewle re heye ku bi erkên xwe ya mirovahiyê li dijî dagirkeriyê rabin û hebûna Sûriyeyê biparêzin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rûmetê", "Bimire îxanet" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.