Qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê jî hat kirin
- 10:41 16 Mijdar 2019
- Rojane
RIHA - Dewsa Hevseroka Şaredariya Pirsûsê Hatice Çevik a ku hatibû girtin, qeymeqam Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin.
Do Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatice Çevik hatibû binçavkirin. Bi biryara dozgeriyê li şaredariyê lêgerîn hatibû kirin. Piştre Hatice hat girtin û qeymeqam Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin.