Qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê jî hat kirin 2019-11-16 10:41:45   RIHA - Dewsa Hevseroka Şaredariya Pirsûsê Hatice Çevik a ku hatibû girtin, qeymeqam Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin.    Do Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatice Çevik hatibû binçavkirin. Bi biryara dozgeriyê li şaredariyê lêgerîn hatibû kirin. Piştre Hatice hat girtin û qeymeqam Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin.