Qeyûm tayînî 3 şaredariyên HDP’ê hatin kirin
- 09:33 16 Mijdar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik û Şemrexê hatin kirin.
Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik û Şemrexê hatin kirin. Qeymeqamên navçeyan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredar Dêrikê Mulkiye Esmez duh hatibûn binçavkirin û îro bi tayînkirina qeyûm re ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 23’an.
Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hêj di binçavan de tên ragirtin.