Qeyûm tayînî 3 şaredariyên HDP’ê hatin kirin 2019-11-16 09:33:43   MÊRDÎN - Qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik û Şemrexê hatin kirin.   Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik û Şemrexê hatin kirin. Qeymeqamên navçeyan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.    Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredar Dêrikê Mulkiye Esmez duh hatibûn binçavkirin û îro bi tayînkirina qeyûm re ji wezîfeyê hatin dûrxistin.   Hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 23’an.   Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hêj di binçavan de tên ragirtin.