Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nîqaşan didome

  • 13:38 28 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMISLO - Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nîqaşan didome. 
 
Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî Kongreyê hat avakirina, li Qamişloyê didome.  
 
Li gorî bernameya civînê Encamê civîna Koordinasiyonê hat parvekirin. Ji bo komîteya Dareyî 3 jin ji Koordinasiyona Meclîsê hatin erkdarkirin. Ji bo komîteya Ragihandinê Endamek ji Koordinasiyonê, ji bo Arşîva Meclîsê Endamek ji Koordnasiyonê, her wiha ji bo Komîteya Rêveberiyê ji 5 endamên Koordinasiyonê hatine hilbajartin. Her wiha li ser logoyê Meclîsa Jinê ya Barkur û Rojhelatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin û li gorî nîqaşan logo hat diyar kirin. Paşê rewşa darayî ya Mecîlsê hat nîqaşkirin.
 
Niha civîn bi nîqaşkirina qanûnên jinê didome.