Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nîqaşan didome 2019-06-28 13:38:21   QAMISLO - Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nîqaşan didome.    Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî Kongreyê hat avakirina, li Qamişloyê didome.     Li gorî bernameya civînê Encamê civîna Koordinasiyonê hat parvekirin. Ji bo komîteya Dareyî 3 jin ji Koordinasiyona Meclîsê hatin erkdarkirin. Ji bo komîteya Ragihandinê Endamek ji Koordinasiyonê, ji bo Arşîva Meclîsê Endamek ji Koordnasiyonê, her wiha ji bo Komîteya Rêveberiyê ji 5 endamên Koordinasiyonê hatine hilbajartin. Her wiha li ser logoyê Meclîsa Jinê ya Barkur û Rojhelatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin û li gorî nîqaşan logo hat diyar kirin. Paşê rewşa darayî ya Mecîlsê hat nîqaşkirin.   Niha civîn bi nîqaşkirina qanûnên jinê didome.