Kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan navê wan aşkera bû

  • 12:20 28 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVNEDAN  NÛÇEYAN - Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de jin û zarok jî di nav de 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîdar bibûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameya 3 kesî hat aşkerakirin. 
 
Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameya 3 kesî û ya 5 kesên birîdar bûn hat aşkerakirin. 
 
Navê kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ye: "Abdulla Alî Mîne (53), Kurdistan Abdula (30), Heryad Abdula (19).”
 
Naavê kesên birîdar jî wiha ye: “Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed a ku dayika kesên hatine qetilkirin e.”