Kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan navê wan aşkera bû 2019-06-28 12:20:51   NAVNEDAN  NÛÇEYAN - Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de jin û zarok jî di nav de 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîdar bibûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameya 3 kesî hat aşkerakirin.    Di encama bomberana dewleta tirk a Çiyayê Qendîlê de 3 sîvîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameya 3 kesî û ya 5 kesên birîdar bûn hat aşkerakirin.    Navê kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ye: "Abdulla Alî Mîne (53), Kurdistan Abdula (30), Heryad Abdula (19).”   Naavê kesên birîdar jî wiha ye: “Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed a ku dayika kesên hatine qetilkirin e.”