Hunermendan ji bo Heskîfê Muzeya Louvre dagir kirin

  • 09:56 28 Hezîran 2019
  • Rojane
NANENDA NÛÇEYAN - Hunermendan ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne Muzeya Louvre ya herî mezin a navenda hunerê, dagir kirin.
 
Ji ber Benda Ilusuyê dîroka Heskîfê dê di bin avê de bê hiştin. Hunermendan ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne Muzeya Louvre ya Parîsa Firansayê ya herî mezin a navenda hunerê, dagir kirin. Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan, Hunermend Armanca Kerboranî, Hunermend Thomas Lamouroux û  Aurêlie Gerardin, Wênekêş Sadik Çelik ji bo balê bikşînin ser Heskêfê li ber muzeyê kom bûn. 
 
Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan
 
Hunermendan stranên bi Kurdî gotin û li ser bedena xwe "Heskêfê rizgar bike" nivîsandin û li nav kesên ku hatibûn serdana Heskîfê geriyan. Peywirdarên muzeyê hunermend dorpêç kirin. Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan. 
 
Hunermendan anîn ziman ku divê li dijî hilweşandina dîrokê UNESCO û Muzeya Louvre bêdeng nemîne. 
 
Çalakî bi lîlandina hunermendan bi dawî bû. 
 
Gelek kesî çalakî temaşe kir. Çapemeniya Kurd û Firansizî jî çalakî şopandin.