Hunermendan ji bo Heskîfê Muzeya Louvre dagir kirin 2019-06-28 09:56:44   NANENDA NÛÇEYAN - Hunermendan ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne Muzeya Louvre ya herî mezin a navenda hunerê, dagir kirin.   Ji ber Benda Ilusuyê dîroka Heskîfê dê di bin avê de bê hiştin. Hunermendan ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne Muzeya Louvre ya Parîsa Firansayê ya herî mezin a navenda hunerê, dagir kirin. Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan, Hunermend Armanca Kerboranî, Hunermend Thomas Lamouroux û  Aurêlie Gerardin, Wênekêş Sadik Çelik ji bo balê bikşînin ser Heskêfê li ber muzeyê kom bûn.    Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan   Hunermendan stranên bi Kurdî gotin û li ser bedena xwe "Heskêfê rizgar bike" nivîsandin û li nav kesên ku hatibûn serdana Heskîfê geriyan. Peywirdarên muzeyê hunermend dorpêç kirin. Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan.    Hunermendan anîn ziman ku divê li dijî hilweşandina dîrokê UNESCO û Muzeya Louvre bêdeng nemîne.    Çalakî bi lîlandina hunermendan bi dawî bû.    Gelek kesî çalakî temaşe kir. Çapemeniya Kurd û Firansizî jî çalakî şopandin.