ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 27 Hezîran 2019
  • Rojev
* Jina bi navê Şervîn Elo ya ji Gundê Omera yê Navçeya Şeraya Efrînê ye û niha li Gundê Maretê yê Şehbayê bi cih bûye tevî şerdên koçberiyê û astengiyê dev ji xeyalên xwe bernade û hunera xwe ya xêzkirina wêneyan didomîne. Dayika Şervînê, Hemîde Elo derbarê hunera keça xwe de wiha got:"Keça min tevî ku lal e û nikare biaxive jî hestên xwe bi xêzkirinê tîne ziman. Ew bi hunera xwe xeyalên xwe pêk tîne." DÎMEN HEYE
 
*Rêveber û xwendekarên Fakulteya Jînolojiyê di derbarê nirxandin û  naskirina xwe ya li ser zanista jinê Jînolojiyê diyar kirin ku bi rêya Jîneolojiyê neheqiya li jinê tê kirin ew ê bi dawî bikin û wiha gotin:"Gerek, lêgerîna jinê ya azadiyê û heqîqetê xurt be da ku bikaribe ji zayendperestiya civakê re bibe bersivek xurt." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku xweşkahiya bêhempa ya Zozanên Mêrgastran û Alandeştê parve kirin, hemû karên xwe bi awayê komunal dikin. Li gel qedexeya zozaan jinên ku ev çanda xwe neterikandin wiha gotin: "Em hem şahidiyê ji derketina rojê re û hem jî ji avabûna wê re dikin." BI DÎMEN
 
*Piştî hilbijartinên herêmî ku HDP'ê Şaredarî bi dest xist şaredariyê dest bi xebatan kir. Di çarçoveya van xebatan de, li bajarê Îdir û Qersê bi tevlîbûna bi hezaran dê mîhrîcan bên lidarxisin. Ji bo  Mîhrîcana Serhedê ya  Xweza û Çandê ku wê bê lidarxistin, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca bang tevlibûnê li her kesî kir. BI DÎMEN
 
*Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku di hilbijartinên Stenbolê de Kurd û hêzên demokrasiyê rolek girîng lîstine û got ya girîng têkoşîna ji vir şûnde ye û ji vir şûnde jî wê xebat û hewldanên wan bidomin. DÎMEN HEYE
 
*Cotkar Berrîn Ozturk, got herî zêde jin ji axê fêm dike, lê piştî maşîne ketine jiyanê çandinî ketiye bin destê mêran û plansaziya hilberînê guheriye, jin ketiye asta duyem. Berrînê bi lêv kir ku rizgariya çandiniyê bi xwedîderketina jinan a li çandê pêkane. DÎMEN HEYE
 
*Melda Onur ya CHP’î der barê encamên hilbijartina 23’ê hezîranê de axivî û got: “Gotinên AKP’ê yên dawî bandor li dengên hilbijêran kir. Ev şaşiya xwe bi lîstina ruleta Rûs kir.” Parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer jî da zanîn ku mirovê di alî îdeolojîk de cuda difikirîn ji bo demokrasiyê hatin cem hev.
 
*Nafiye Çoban diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê keça wê Şehrîban û girtiyên din yên girtîgeha Şakranê dimînin nehatine dermankirin û got rewşa keça wê cidiye û divê demildest bê dermankirin. DÎMEN HEYE
 
*Ji Tora Têkoşîna Li dijî Şîdetê jinan diyar kirin ku ya ku çalakbûna vê torê diyar bike piştgiriya civakê ye û divê sazî bi lez tevlî bibin û pêkhatina mekanîzmaya hilberandina çareseriyê ye. DÎMEN HEYE