Roja yekem a 6'emîn konferansa çand û hunera demokratîk bi dawî bû

  • 17:03 26 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Roja yekem a 6'emîn konferansa çand û hunera demokratîk  ku bi dirûşma "Çand ziman û erdnîgarî ye li bedena xwe xwedî derkevin" dest pê kiribû, bi dawî bû.
 
Îro li navenda Çand û Huner a Aram Tîkran a bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê, 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Dermokratîk li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Konferans di roja xwe ya yekem de bi dawî bû.
 
Piştî hilbijartina dîwanê ya ji pênc kesan, Perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser çandê hatin xwendin. Her wiha  perspektîvên Tevgera Çand û Huner a Demokratîk hatin xwendin.
 
Li ser xebatê Çand û Hunerê sineviziyon hat temaşekirin. Paşê rapora xebatên du salan a Çand u Hunerê hat xwendin û nîqaşkirin. Di niqaşan de hat nîşandan ku divê çanda hemû gelan divê bê parastin. 
 
Konferans di roja yekem de bi nîqaş û nirxandinan bi dawî bû.
 
Dê sibehê konferans bidome. Wê rêziknameya Tevgera Çand û Hunerê were xwendin û Meclisa Tevgera Çand û Hûnerê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ji 45 kesan were hilbjartin. Herî dawî jî dê ji nav Meclisa 45 kesan du hevserokên nû werin hilbijartin.