'Li dijî îşkenceyê bêdeng nemîne û nebe şirîkê vî sûcî'
- 16:33 26 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên mafên mirovan li Amed, Edene, Enqere, Riha, Wan û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser îşkenceyê daxuyanî dan û diyar kirin ku îşkence sûcê mirovahiyê ye û divê nebin şirîkê sûcê îşkenceyê.
Bi minasebeta 26'ê hezîranê Roja Têkoşîna li dijî îşkenceyê û Piştevaniya bi Kesên ku Îşkenceyê re rû bi rû mane, rêxistinên mafên mirovan li Amed, Edene, Riha, Wan, Stenbol û Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêxistinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku îşkence bûye polîtîkayek dewletê û divê demildest dawî li polîtîkayên îşkenceyê bê dayîn,
Li Amedê îşkence hat şermezarkirin
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Înisiyatîfa MAF, Odeya Bijîşkan a Amedê û Baroya Amedê li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji îşkenceyê re na” vekirin. Endama TÎHV’ê Elîf Turan daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xend. Elîf di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rojê û wiha got: "Li gorî peymanan îşkence qedexe ye. Mafê tu kesî nîne ku dest bide mafên kesan. Divê bi her awayî mafên mirovan bê parastin. Di demên dawî de li gellek deveran îşkence li mirovan tê kirin. Îşkenceya li Xalfetiyê mînaka dawî ye. Em wek parazvanên mafên mirovan dixwazin îşkence bi dawî bibe û em ê li dijî îşkenceyê têbikoşin."
Li dijî îşkenceyê li Edeneyê çalakî pêk hat
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gellek parêzvanên mafên mirovan beşdarî civînê bûn û pankarta “Li dijî îşkenceyê bêdeng nemîne û nebe şirîkê vî sûcî” vekirin. Parêzer Zelal Demîray daxuyanî da û diyar kir ku îşkence tenê li ser kesek tê kirin û di şexsê kes û koman de civakê çavtirsandî dikin. Demîray da zanîn ku li derve û li girtîgehan îşkence pir zêde bûye û gellek binpêkirina mafan pêk tê û zêdebûna binpêkirina mafan û îşkenceyê ji ber pêkanînên bêcezakirinê yên li welat dide zêde dibin. Zelal anî ziman ku îşkence bûye polîtîkayek dewletê û divê demildest dawî li polîtîkaya îşkence û bêcezakirinê were. Demîray her kesî vexwend têkoşîna li dijî îşkenceyê.
Nelêkolînkirina îşkenceyan li Enqereyê hat şermezarkirin
Li Enqereyê jî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV), Baroya Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Sendîkaya Xizmeta Kedakrên Civakî û Tenduristiyê (SES) Û Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rasthatina rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê pêk hat û gellek kes beşdar bûn. Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Rêvebera Navenda ÎHD'ê Nuray Çevîrmen li ser navê saziyan metna daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku tu hincet û şert ji îşkenceyê nikare bê nîşandan û îşkenceya li navçeya Xalfetî ya Rihayê û li Midûryeta Ewlehiya Enqereyê pêk hat bibîr xist. Nûray da zanîn ku têkildarî van îşkenceyan tu lêkolîn nayê kirin û raya giştî nayê ronîkirin. Parlamenter Gergerlîoglu jî di daxuyaniyê de li ser rojê axivî û behsa îşkence û binpêkirina mafên mirovan kir.
Li Baroya Rihayê daxuyanî hat dayîn
Baroya Rihayê jî têkildarî rojê li ber avahiya xwe bi beşdariya parêzeran daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberê Baroyê Mevlut Guneş daxuyanî da û da zanîn ku ew ê li dijî îşkenceyê têbikoşin û xwest îşkence bi dawî bibe.
ÎHD'a Wanê xwest îşkencekar bên darizandin
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê jî daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet anî ziman ku welat bi îşkenceyê re rû bi rû maye û her dever veguheriye qada îşkenceyê. Murat got îşkence tenê li însanan tê kirin di heman demê de li xwezayê û sewalan jî tê kirin. Mûrat destnîşan kir ku divê îşkencekar demildest bên darizandin û wiha got: "Dixwazin Kurdîstanê veguherînin îşkencexaneyê."
Li avahiya ÎHD'a Stenbolê daxûyanî hat dayîn
Bi minasebeta rojê li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe di axaftina xwe de bal kişand ser ser polîtîkayên şîdetê ya salên 2015'an û wiha got: "Em ê bêtir hewl bidin ku mirova bi mafê xwe bijî."