Aktîvîsta mafên jinan Jiyan Yasîn: Dadgeh nikarin rola xwe bilîzin

  • 12:16 26 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan îsal 3 hezar û 129 doz der barê şîdeta li hemberî jinê de hatin vekirin. Aktîvîsta mafên jinan Jiyan Yasîn, diyar kir ku dadgeh nikarin rola xwe bilîzin û rê li ber zêdebûna şîdeta li hemberî jinê vedikin û wiha got: "Divê jin ji şoreşeke fikrî re pêşengiyê bikin.
 
Li gorî daneyên Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan îsal bi tevahî li Herêma Federal a Kurdistanê 3 hezar û 129 doz der barê şîdeta li hemberî jinê de hatin vekirin. Her wiha 29 bûyerên destdirêjiya li hemberî jinan hatin testpîkirin û ji derveyî bûyerên xwekuştin û kuştinê. 
 
Aktîvîsta mafê jinan a li Behdînanê, Jiyan Yasîn têkildarî sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan ji Rojnews'ê re axivî. Jiyan bal kişand ser şerê li herêmê û wiha got: "Em li herêma şer lê heyî û di hatî wêrankirin de dijîn. Ev jî gelek bûyeran bi xwe re tîne. Di nava malbatan û navendên perwerde û fêrkirinê perwerdeyeke guncav nîne. Malbatên me belavelane."
 
'Dadgeh nikarin rola xwe bilîzin'
 
Jiyan, xirabûna pergala hikûmetê, serwernebûna qanûn û dadgehan rê li ber zêdebûna şîdeta li hemberî jinê vedike û wiha dom kir: "Ev kesên ku kiryarên hovene dikin, pişta wan bi desthilatê xurte û dizanin ku wê ji ceza xilas bibin. Piştre serî li rêyên eşîrtiyê didin. Dadgeh nikarin rola xwe bilîzin. Gelek doz nayên çareserkirin. Nikarin biryara girtina sûcdar û kujeran bidin."
 
'Televîzyon û teknolojî sedemeke şîdetê ye'
 
Jiyan, di axaftina xwe de aşkere kir ku xirab bikaranîna teknolojiyê jî sedemek a şîdetê ye û wiha pêde çû: "Heke pêşkeftina civakê bi pêşkeftina teknolojiyê re wekhev nebe, pirsgirêkên mezin rû didin. Niha wêneyên kuştin û xwekuştinê li hemû malekê heye. Ev tişt mirovan ber bi şîdetê ve dibin. Di kanalên televîzyonên Kurdî de weşandina dramayên biyanî ez rexne dikim. Dîmenên di nava drama de gelek ji rastiyê dûrin. Ji bo têkçûna civakê diweşînin. Xelk ewqas şaraza nîne ku bizanin ew dîmen nerast in. Ev rewş hêdî hêdî dikeve di nava civakê."
 
'Nikarin xwe ji zîhniyeta mêrsalariyê xilas bikin'
 
Jiyan bal kişand li ser kar û xebatên rêxistinên jinan ên li hemberî şîdetê û wiha pêde çû: "Karê rêxistinan xweşikkirina rûyê partiyane. Nikarin xwe ji zîhniyeta mêrsalariyê xilas bikin. Hinek tenê bi fizîkî jinin, bi hişmendiya xwe wekî zilaman difikirin. Nikarin li dijî biryara partiyan a li dijî berjewendiyên jinan tê bikaranîn derkevin. Her wiha li gorî daxwazan civak nayê hişyarkirin."
 
'Şoreşeke fikrî re pêşengiyê bikin'
 
Aktîvîsta mafê jinan Jiyan di axaftina xwe de bal kişand ser rêya çareseriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin li dijî pergala bi heyberkirina jin û bazirganên mirovahiyê  ji şoreşek fikrî re pêşengiyê bikin. Xwe ji bendan rizgar bikin. Berê xwe bidin jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin xwedî li dîrok e. Lê niha di bin bandoriya pergala siyasî li cihekê şervane û şerê rizgariyê dike, li cihekê jî şahciwane û li destê bazirganên mirovahiyê de heyber in."