BM Raporu: Ji bo jinan cihê herî xeter mala wan e

  • 11:08 26 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Pêşketinê ya Jinan a li Cîhanê, hat diyarkirin ku cihê herî bi xeter ji bo jinana mala ku lê dimînin e. Herwiha hat aşkerakirin ku her roj 137 kesê ji aliyê ferdêm malbatê ve tên kuştin. 
 
Ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi ser navê "Li Cîhana ku tê Guhertin Malbat" Li Cîhanê Rapora Pêşketina Jinê hat weşandin.  Li gorî rapora ku hat weşandin, hat diyarkirin ku cihê herî bi xeter ji bo jinan mala wan a lê dimînin e. 
 
Jin ji sedî 60 ji aliyê ferên malbata xwe ve tên qetilkirin
 
Di rpaorê de hat destnîşankirin ku li gorî daneyên sala 2017'an ji sedî 60'ê jinan ji aliyê ferdên malabta xwe ve tên kuştin û her roj 137 kes ji aliyê malbata xwe ve tên kuştin. Di raporê de hat diyarkirin ku her ji pên jinên temenê wan di nava 15 -49 salan de, ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve bi tundiya fîzîkî re rûbirû dimînin û li hemû qadan li jinê tundî tê kirin.