‘Ji bo kesên derman bûn divê qadên îstîhdamê bên avakirin’
- 09:04 26 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Civaknasan diyar kirin ku li dijî têkoşîna hişbirê, divê kesên derman bûne, qadên îstîhdamê bên afirandin, piştî dermankirinê divê navendên civakî û bernameyên xurtkirinê bên zêdekirin.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) di 1989’an de 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Kaçaxî û Bikaranîna Hişbirê ya Navneteweyî îlan kir lê tevî vê bikaranîna hişbirê di nav ciwanan de her diçe zêde dibe. Civaknasên Navenda Piştgirî û Parastinê ya Hevra Helîn Bozarslan û Pervîn Yetîz Demîr axivîn û gotin ku xebateke anketê ya bi 10 hezar û 362 kesî re li Amed û navçeyên wê pêk anîne û dane vegotin.
Helînê destnîşan kir ku ew bikaranîna hişbirê wek pirsgirêkek civakî dinirxînin û wiha got: “Divê em ji rastiya ku ev pirsgirêka civakî û tenduristiyê ye derkevin rê. Di çareseriyê de jî divê bi hemû dînamîkên bajar re di hevkariyekê de nêz bibe. Ji ber vê divê hemû alî xwedî li pêvajoyê derkevin û di pratîkê de bin.
Kesên bi kar tînin çawa tên navendê?
Helînê bi lêv kir ku bi boruşurên saziyên cemawerî, şaredarî û kesên hişbirê bi kar tînin bi hevkariya malbata xwe serlêdanê dikin û ev tişt bi lêv kir: “Em ewil çîroka kes guhdar dikin. Piştî xebatek berfireh em dest bi dermankirinê dikin. Em cureyê madeya tê bikaranîn, bi çiqas navberê tê bikaranîn, ji kengî de tê bikaranîn li ber çavan digirin û tev digerin. Di vê çarçoeyê de rê û rêbaza herî bi fêde kîjan be em wê bi kar tînin.”
‘Divê malbat piştgiriyê bide zarokên xwe’
Helînê di berdewamiyê de pêşniyar ji bo malbat û kesên hişbirê bi kar tînin vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji bo kes hewcedarî bi kîjan rêbazê heye ew pêk bê. Di pêvajoya dermankirinê de piştgiriya profesyonel şansa başbûnê zêdetir dike. Ji bo dermankirin bi ser keve divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe û her wiha kesê bi kar tîne jî bi daxwaz be.”
‘Piştî dermankirinê pirsgirêka herî mezin betalî ye’
Civaknas Pervîn Yetîz Demîr jî balkişand ser pêvajoya piştî dermankirinê û got yek ji pirsgirêkên ku herî zêde tê jiyîn betalî ye û wiha berdewam kir: “Di heman kesê de ev kes rastî newekheviyê tên. Di civakê de kesên tevlî pêvajoya îstîhdamê nabin, li ser kes bandora psîko-civakî ava dibe. Ev bandor jî, bixwe nebawerî, depresyon, hestê qelsiyê, bêçaretî û tenê hîskirin e.”
Pervînê der barê xebatên ji bo kesên hişbirê bi kar tînin, de jî agahî da û wiha got: “Em di mijara piştgiriya psîkolojîk, xebatên komî, perwerdehiya psîko, hevdîtinên şexsî, hevdîtinên bi malbatan re, perwerde û xebatên atolyeyê, faliyetên sportîf dimeşînin.”
Pervînê encamên daneyên anket adi sala 2015’an de tenê li navendê wiha rêz kir;
*Baglar ji sedî 7,5
*Yenîşehîr ji sedî 7,2
*Sûr ji sedî 7,5
*Peyas ji sedî 5,5
Li seranserê Amedê bikaranîna hişbirê ji sedî 5,4 e.