Ew bi kilamên xwe êşa xwe vedibêje

  • 09:02 26 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Hediye Kalkan bi qasî nasnameya dengbêjiyê jiyana wê ji balkêş e. Hediye li gel zor û zehmetiya jiyanê dixwaze hunera xwe bi pêş bixe û bibe şopdara Eyşe Şan û Meryem Xanê.
 
Endama Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Hediye Kalkan ji navçeya Wêranşara Rihayê ye. Ew di temenek biçûk de bi darê zorê tê zewicandin. Piştî salekê hevjîna wê dev jê berdide û Hediye berê xwe dide mala bavê xwe. Ji ber ku rewşa wê ya aborî nebaş e nikare zarokê xwe xwedi bike. Ji bo zarokê xwe mezin bike û debara mala xwe bike karê demsalî dike. Her wiha car caran jî bi pereyekî kêm li dawetan stranan dibêje û di nav civakê de wekî denbêj tê nasîn. Hediye li gel zor û zehmetiya jiyanê dixwaze hunera xwe bi pêş bixe û bibe şopdara Eyşê Şan û Meyrem Xanê. Hediye bi kilamên xwe êşa xwe vedibêje. 
 
‘Jin bi her cureyên zextan re rûbirû dimînin’
 
Hediye bal kişand ser rewşa dengbêjên jin û wiha berdewam kir: “Wêranşar ji bo dengbêjên jin cihekî zahmet e. Jin bi her cureyên zextên eşîra re rûbirû dimînin.  Bi taybetî jinek wekî min ku di temenê bi ciwantî bi tenê serê xwe mabe bêhtir tê çewisandin.”
 
‘Klam awaza jinê ye’
 
Hediye, diyar kir ku li gorî hişmendiya feodal, divê jin dernekevin derveyî malê û nekin qêrîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel vê ferasetê her tim berhemên ku jinan afirandiye hatiye dizîn. Dengbêjî ji yek ji wan e. Ger em baş li dîrokê û jiyana rojane temaşe bikin em ê bibînin ku klam berhema jinê ye. Jin di şîn û şahiyan de, bi hejandina landika zarokan re her tim dikin qêrîn û klaman dibêjin. Ew şîroveya klaman ji jinê hat dizîn û niha ji wan re hatiye qedexekirin.”
 
‘Min tu carî serî netewand’
 
Hediye, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe û wiha bilêv kir: “Di bin navê olê de rastiya jinê wekî tiştekî şerm tê îlankirin. Ji min re digotin tu jinî û divê tu klaman nebêjî. Lê li hemberî van yekan tucarî min serî netewand û min her tim li ber xwe da. Ez derketim ser dikê. Carekê bavê min ji min re wiha got ‘Wekî mêr here û weke mêr were’. Gotina bavê min li zora min çû. Min ji bersiva bavê xwe da û got ne xêr ez ê wekî jin biçim û wekî jin bêm. Li gorî min hêza jinê  ya bêhempa heye ku tişta bixwaze bi ser bixe. Divê jin jî di ferqa hêza xwe de be û tûcarî serî ne tewîne.”
 
'Kilamên min bi zimanê min in’
 
Hediyeyê diyar kir hest di dil de kom bûne û wiha axivî: “Ez ji gotin û hunandina heyranok û peyîzokan pir hez dikim. Ji ber wê ye ku dikarim herî xweş xwe bi wê bilêv bikim. Bûyerên ku bi serê min hatine û hestên di dilê min de kom bûne di her klamê de vedibêjim. Kilamên min bi zimanê min in. Ez di foklor û koma dîlanê de bûm û her wiha min li erbaneyê ji dixist. Her qada ku çanda kurdî vedibêje ew dibe mala min. Ez xwe di çanda resen de ciwantir dibînim. Dibe hêz û coşa jiyana min.”
 
‘Ayşe Şan û Meyrem Xan…’ 
 
Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hunermedan û wiha got: “Dengbêjên ku kedeke mezin ji bo wêjeya Kurdan dane û bûne pêşeng, yên wekî Eyşe Şan û Meryem Xan di hunera kurdî de rolek girîng lîstîne. Ger em qala zehmetiyan û berxwedana xwe bikin,  divê teqes qala wan hunermendên jin bikin. Ew bûne rêveberên roja me ya îro. Wan serî ne tewand û bi dengê delal kilamên delal gotin. Ez ji dixwazim êş û şabûna xwe weke wan bi dengbêjiyê bînim ziman. Dixwazim dengê xwe bigihînim her kesî.”