ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 26 Hezîran 2019
- Rojev
* Endama Rêveberiya Kongreya Star a Lubnanê, Netewî Xemgîn ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû wiha got:"Hêza Tirkiyeyê ya aştî û demokrasiyê tune ye ku aramiyê pêk bîne. Alternatîfa rast a çareseriya qirîza Tirkiyeyê projeya netewa demokratîk e." DÎMEN HEYE
*Hediye Kalkan bi qasî nasnameya dengbêjiyê jiyana wê ji balkêş e. Hediye li gel zor û zehmetiya jiyanê dixwaze hunera xwe bi pêş bixe û bibe şopdara Eyşe Şan û Meryem Xanê. BI DÎMEN
*Piştî hilbijartinên herêmî şaredariyên AKP’ê dest bi rakirina tabeleyên bi kurdî kirin. Hevseroka DÎSA-DER’ê Evîn Adin a ku bertek nîşanî helwesta AKP'ê diyar kir ku ger li hemberî ziman êrîş hebe hewceyê xwedî derketina li ziman jî hebe. BI DÎMEN
*Civaknasan diyar kirin ku li dijî têkoşîna hişbirê, divê kesên derman bûne, qadên îstîhdamê bên afirandin, piştî dermankirinê divê navendên civakî û bernameyên xurtkirinê bên zêdekirin.
* Berdevka Jinan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku der barê bûyerên îşkenceyên di bin çavan de yên li Xelfetî û Enqereyê di rojên dawî de gelek serlêdanan digirin û got: “Lêpirsîn bê encam dimînin. Ceza nayên girtin. Îfadeyên kesên rastî îşkenceyê hatine, daraz li ber çavan nagire. Bijîşk jî nakin belge.”
*Eylem Taş a ku bi eslê xwe yorukên Aladagê ye, di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Mînbîcê jiyana xwe ji dest da. Eylemê ya ku hêvî girt ser milê xwe û sînor derbas kir, me ew ji wêneyên ku jinên Tirkmen, Ereb û Kurd yên Mînbîcê çarşefê reş diçirînin nas kir.
* Şaredariya Şemrexê ku piştî hilbijartinan dest bi projeyên xwe kir, bi jinan re Kooperatîfa Jinan ava kir. Jinan bi butçeya xwe li erdên çandiniyê yên cotkaran bi dildarî danê, dest bi çandiniyê kirin û hedef dikin ku xwe bigihînin sedan jinî. BI DÎMEN
*Jinên di salên 90’î de ji ber zextên dewletê neçar man gundê xwe terk bikin, diyar kirin ku ji wan salan heta niha tiştek neguheriye û wiha gotin: “Wek wê rojê em ê îro jî berxwedana xwe bidomînin.” BI DÎMEN
*Fatma Bostan Unsal da zanîn ku nûkirina hilbijartinên Stenbolê di alî AKP’ê de stratejiyek şaş bûye û di encama hilbijartinan de piştgiriya hilbijêrên Kurd pir zêde bûye û wiha got: “Hilbijêran bi vê hilbijartinê şansek da Tirkiyeyê. Divê hemû partî vê şansê di terza herî rast de esas bigirin û pêk bînin. Divê pergalek li ser jiyana civakî ya adîlane bê avakirin.” BI DÎMEN