Ajokarê zarokê 5 salî kuşt, serbest hat berdan

  • 12:54 25 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Ajokarê li navçeya Farqînê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî xist û kuşt, hat binçavkirin. Ajokar ê îfadeya wî hat girtin, berdan.   
 
Li Taxa Baymeydanê ya navçeya Farqîn a Amedê, zarokê 5 salî Mazlûm Guçlûk duh bi şev wesayîtê lêxist û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mazlûm ji bo otopsiyê rakirin nexweşxanê. Ajokarê wesayîtê piştî li zarokê 5 salî xist û şûn de ji cihê bûyerê reviya. 
 
Di lêpirsîna derbarê bûyerê hat destpêkirin de, derket holê ku ajokar C.A. li zarokê 5 salî xiste û eciqandiye. Polîsan C.A. binçav kirin. Malbatê, bi hinceta bûyer bi şaşî çêbû derbarê ajokar C.A. de gilî nekirin. C.A. ê li Midûriyeta Polîsan îfadeya wî hat girtin, bi şertê ne girtî bê darizandin hat berdan.