Kesên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
- 11:06 25 Hezîran 2019
- Rojane
KOBANÊ - Gel û Saziyên Kobanê Li hersê goristanan 242 şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn.
Komkujiya Kobanê di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê Çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hat. Di komkujiyê de 242 kes bi rengekî hovane li gundê Berxbotanê û Bajarê Kobanê hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera komkujiyê bi beşdarbûna sazî û dezgeh, Gelê Kobanê, Malbatên Şehîdên Komkujiyê, Meclîsa Kobanê a Leşkerî, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Komîn û Meclîs li herdû goristanên komkujiyê û ya Şehîd Dicle şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn.
Li Goristana şehîdên komkujiyê yên Kobanê Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê Şehidên komkujiyê bi bîr anîn. Paşê Endamê Rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê wiha got: "Bi armanca qirkirinê li ser Gelê Kurd komkujî pêk tê. Ji ber vê jî gelê Kobanê jî para xwe ji van êrîşan girtin. Lê gelê me li dijî êrîşên hovane têkoşîneke mezin dan meşandin."
Piştre sînevizyon li ser komkujiyê hat pêşkêşkirin û herî dawî find li ser goran hatin pêxistin.
Di heman çarçoveyê de li goristana şehîdên komkujiyê yên gundê Berxbotanê bi dehan Malbat, Saziya Malbatên Şehîdan ya Sirînê, Kogreya Star, Komîn û Meclîsên navçeya Çelebiyê kom bûn. Di merasîma bîranînê de Endamê Rêveberiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha axivî: "Bi navê Rêveberiya Herêma Firatê û hemû Saziyên di Kobanê de em sersaxî ji hemû malbatên şehîdên komkujiyê re dixwazin û em ê têkoşîna tevahî şehîdan mezintir bikin û bidomînin."
Di dawiyê de li ser goran find hatin pêxistin.
Her wiha bi dehan malbatên şervanên YPJ/YPG'ê, Asayîş, Meclîsa Leşkerî ya Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li goristana şehîd Dicle kom bûn û şehîdên meha Hezîranê û komkujiyê bi bîr anîn.
Di bîranînê de hevserokê meclîsa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen wiha got: "Komkujiya ku li Kobanê hat kirin, li ser hemû gelê Kurd e. Bi vê boneyê jî em sersaxî ji malbatan re û hemû gelê Kurd dixwazin. Çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku, nikarîbûn li Kobanê di şerê sing bi sing de bi serkevin, şêwazê qetliyamê bi kar anîn."
Herî dawî find ji aliyê malbat û şervanan ve li ser goran hatin pêxistin.