Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin jê 7 kes hatin girtin
- 10:38 25 Hezîran 2019
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Halît Şaşmaz jî di nav de 7 ciwanên HDP’yî hatin girtin.
Li Edeneyê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 17’ê Hezîranê de li dijî endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ku navenda operasyonê Edene bû, li Antalya, Nîgde û Mêrdînê operasyonek binçavkirinê pêk hat. 6 jê zarok 33 kes hatibûn binçavkirin. Piştî li emniyetê karê îfadeyan xelas bû derxistin edliyê.
Gaffar Meşe, Nurî Erol, Rêber Kiliç, Pinar Bozan, Cîgerxwîn Guven, Yasîn Çîgdem, Elîf Uçar û Mehmet Şerîf Yeşîl piştî îfadeyên wan hatin girtin bi şertên kontrola edlî hatin berdan.
Dozgeriyê rêveberê DBP’ê ya Edeneyê Halît Şaşmaz, ciwanên HDP’yî Bayram Ektîren, Nuda Dogan, Burhan Erol, Mahmut Kaplan, Helbest Canel Olgaç, Abdullah Ayrîç, Saadet Çelîk, Berfîn Dogan, Salih Fîlîztek, Doguş Kanter, Bariş Aydin, Alîşan Kiliç, Selman Şen, Bîlal Çelebî, Amed Tayar, Bahattîn Ayraç û Eyrp Şendur û Muhammed Enes S., Ahmet B., Osman A., Orhan G., Serhat D. û Melîke Y. bi hêceta beyanên şahid ragihandinên wan hatine tespîtkirin bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “li ser navê rêxistinê xebat kirine” ji bo girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê.
Halît, Nuda, Selman, Nurî, Abdullah, Bahattîn û Saadet ên li dadgehê karê îfadeyan qediya bi îdaya “Endamên rêxistinê ne” û “li ser navê rêxistinê xebat kirine” hatin girtin.
Dadgehê hepsa malê 2 zarokan û ciwanên din jî bi şertê kontrola edlî berda.