Eren Keskîn: Tirkiye nikare bibe dewleta hiqûqê

  • 09:20 25 Hezîran 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerên li Sêwreg û Xelfetiyê bin û got Tirkiyeya li gorî peymanên navneteweyî tev nagere, nikare bibe dewleta hiqûqê jî.
 
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, welatiyên hatibûn binçavkirin rastî îşkenceya sîstematîk hatibûn û niha jî li Sêwregê ya Rihayê 2 jê jin 6 kesî jiyana xwe ji dest dan û weke ku ‘şerê axê’ di rayagiştî de derket. Serokê Giştî yê AKP’ê ku di heman pêvajoyê de pakêta darazê aşkere kir, gotinên wî yên ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans’ rastî bertekan hat.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê îşkence û komkujiya li Rihayê hatiye jiyîn nirxandin kir.
 
‘Rêbazên îşkenceyê yên salên 80’ê vegeriyane’
 
Erenê destnîşan kir ku bi rêbazên îşkenceyê yên berê wek polîtîka tirsê tê afirandin û wiha got: “Li erdnîgariya Kurdistanê dem bi dem di rêbazan de guherîn hebin jî pêkanînên îşkenceyê bi dawî nebûne. Bi taybet di salên 90’î de û dema darbeya 80’ê de îşkenceyê giran pêk hatin. Ev demek dirêj bû îşkence ya ceyranê pêk nedihat. Lê bi bûyera Xelfetiyê re me dît ku vegeriyane rêbazên îşkenceya giran ya salên 80’ê. Komara Tirkiyeyê îmze avêtiye gelek peymanên navneteweyî. Lê em dibînin ku Tirkiye li gorî vê tev nagere. Tirkiye nikare bibe dewletek hiqûqê.”
 
Emniyeta Rihayê bi rêbazên îşkenceya giran di rojevê de ye 
 
Erenê destnîşan kir ku bûyera li Xelfetiyê bûyerek gelek taybet e û di salên dawî de Emniyeta Rihayê rêbazên îşkenceya giran pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkenceya pêk tê gelek giran e. Vegeriyane îşkenceya bi ceyranê û li hember jinan pêkanînên şîdeta zayendî û îşkenceyê hene. Xelfetî carek din nîşan dide ku gotina ji Îşkencê re sifir tolerans çiqas vala ye.”
 
‘Îşkence bi destê dewletê tê rewakirin’
 
Erenê bi lêv kir ku ji 15’ê Tîrmeha 2016’an û şûnde dîmenên şîdet û îşkencê yên bi destê dewletê tên bikaranîn, ji hesabên ku em difikirin aydê hinek polîs û cendermeyane  tê serwîskirin. Erenê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ev demek dirêje wisa didome. Mînak dîmenên binpêkirinên maf yên şer jî wisa ne. Li gorî min ev rêbazeke aşkera ya tirsandina gel e. Bi vî awayî hewl didin şîdetê rewa bikin.”
 
‘Dewlet bi destê eşîran fikrên xwe belav dike’
 
Erenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qirkirina li Sêwregê hatiye jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ji hevalên xwe yên ÎHD’ê yên Rihayê agahî girt. Berê jî bûyerên wisa hebûn. Eşîra Bucak û eşîrên din hene. Bêguman baskên din yên van eşîran hene. Ya min bihistiye nizanim raste an na. Aliyê komkujî li hember wan pêk hatiye HDP ye û yên êrîş kirine jî AKP’î ne. Lê tevî vê em nikarin tiştekî zelal bêjin. Li wir wê xebatek bê kirin, lê parastina gumanbaran ne tiştekî nû ye. Dewlet li Kurdistanê bi destê eşîran fikrên xwe belav dike. Eşîrên li hember vê berxwe didin an jî qebûl dikin hene.Yên qebûl dikin tên parastin. Ev bi salane wisa didome. Em ÎHD, wê şopdarê îşkenca li Xeleftiyê û komkujiya Sêwregê bin.”