‘Zarokên min ji dîrokê ez jî ji zarokên xwe hînî berxwedanê bûm’

  • 09:16 25 Hezîran 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Afîfe Kartal da zanîn kurê wê Muhammet li dijî tecrîda Îmraliyê 3 mehan di greva birçîbûnê de maye û di vê pêvajoyê de 15 kîlo daye û wiha got: “Her ku kurê min heliya ez xurt bûm. Zarokên min ji vê axê ji dîrokê berxwedan fêr kirin, ez jî ji zarokên xwe hîn bûm. Ez bi wan re têkoşiyam, ez bi wan re serbilind bûm.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên di 8’ê Mijdara 2018’an de bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin û rojiyên mirinê, bi biryarek mezin 200 rojî berdewam kir. Malbatan jî ji bo dengê çalakgeran bidin bihîstin, li kolanan û li ber girtîgehan berxwedana xwe berdewam kirin.
 
Malbatên girtiyan ji 1’ê Gulanê de li dora Parka Koşuyolu ya Amedê çalakî dan destpêkirin û di 26’ê Gulanê de bidawîbûna grevan re wan jî çalakiya xwe bi dawî kirin. Dayikan tevî hemû zext û astengiyan çalakiya xwe berdewam kirin. Yek ji van dayikan jî Afîfe Kartal ya 50 salî bû.
 
‘Mala me dihat şopandin’
 
Afîfe dayika 7 zarokan e, di temenê biçûk de hatiye zewicandin. Ji ber zextan ji gundên xwe koçî Amedê dikin. Afîfe piştî tê Amedê di têkoşîna azadiya Kurd de cih digire. Afîfe zarokên xwe bi rastiya Kurdbûnê mezin dike û wiha got: “Zarokên min gelek bi îrade bûn. Zelal di 19’ê Gulana 2011’an de tevlî gerîla bû. Bi mehan me agahî jê negirt. Lê me dizanibû sax e û li wir e. Polîsan dest ji Zelalê bernedan. Hefteyê du sê caran dihatin mala me. Her cara dihatin Zelal dipirsîn. Rojekê carek din hatin û gotin li ku ye. Min jî got ez nizanim. Polîsan her tim mala me dişopand.”
 
‘Du poşetên çopê dan min û gotin ‘keça xwe bigire’
 
Afîfeyê destnîşan kir ku piştî keça wê Zelalê du kurê wê jî di demên cuda de hatine girtin û berdan û wiha pê de çû: “Çavê min her tim li riya zarokên min bû. Mirov çiqas bêjin riya wan riya mafdar e jî kezeba min dişewitî. Keça min Zelal di 10’ê îlona 2017’an de di çalakiya li hember qerekolê de şehîd ket. Me xwe negîhand yek parçeyekê Zelalê. Çawa me agahî girt şehîd ketiye me şîna xwe danî. 3-4 meh şûnde li me geriyan û gotin ‘werin keça xwe bigirin’. Piştre du poşetên reş yên biçûk dirêjê hevjînê min dikin û dibêjin ‘keça xwe bigire’. Hevjînê min digire hembêza xwe û heta Amedê ji hembêza xwe danayne. Anî malê, me du rojan li malê hişt. Me agahî da her çar alî û me wisa keça xwe defin kir. Di dema cenazeyê de jî polîsan mudaxale kir. Destûr nedan ez ji bo keça xwe dirûşmeyê jî berz bikim.
 
‘Her ku kurê min heliya ez xurt bûm’
 
Afîfeyê her wiha daxuyand ku kurê wê yê biçûk Muhammet salek e girtî ye û berê jî di 16 salî de hatiye girtin û 2 salan girtî maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min yê mezin dema li Manîsayê zanîngeh dixwend hat girtin. Çend mehan girtî ma û hat berdan. Kurê min yê biçûk li ser îfadeyê dîsa hat girtin. Kesên li ser îfade dabûn hatin berdan. Zarokên min tiştekî şaş nekirin. Têkoşînek bi rûmet dan. Zarokên min ji vê axê ji vê dîrokê berxwedan fêr kirin. Ez jî ji zarokên xwe fêr bûm. Ez bi wan serbilind im. Kurê min 3 mehan di grevê de ma 15 kîlo da. Her ku kurê min heliya ez xurt bûm. Em li Parka Koşuyolu rastî şîdeta polîsan hatin. Dîsa jî me şûnde gav navêtin. Gelê Kurd bi tecrîdê diceribînin, lê gelê Kurd bi dehan carî ew tecrîd şikandiye.”