Tevî zehmetiyan zarokên Efrînê xeyalên xwe pêk tînin
- 09:04 25 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Muhamad
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînin, tevî astengiyên koçberiyê, dev ji xeyalên xwe bernadin. 4 zarokan di nava xwe de komek ava kirine û stranan dibêjin. Zarokan gotin:"Em xeyalên xwe tevî zehmetiyên koçberiyê pêk tînin."
4 zarokên li Navçeya Ehdas a Şehbayê dimînin di navbera xwe de komek ava kirine û stranan dibêjin. Tevî zehmetiyên koçberiyê li dû xeyalên xwe diçin. Zarokên ku ji bo xeyalên xwe têdikoşin wiha gotin:"Em berxwedana xwe ji bo rizgarkirina Efrînê û pêkanîna xeyalên xwe her dem didomînin."
'Em stranên ku dibêjin diyarî hemû zarokên koçber dikin'
Dûrbîn Tobal Hemo ya 12 salî wiha got:"Piştî em ji Efrînê hatin koçberkirin li Şehbayê min û 3 hevalên xwe me koma bi navê "Gulên Zêrîn" ji bo xwe ava kirin. Em dixwazin di warê gotina stranan de xwe pêş bixin û bigihêjin xeyalên xwe. Dema em stranan dibêjin em gelek bextewar dibin. Em stranên ku dibêjin diyarî hemû zarokên koçber dikin."
'Em ê her dem çanda xwe bidomînin'
Viyan Xelîl a 11 salî jî hestên xwe anî ziman û wiha got: "Em niha li Ehdasê bi cih bûne. Em berxwedana xwe ji bo rizgarkirina Efrînê û pêkanîna xeyalên xwe her dem didomînin. Dema me koma xwe ava kir êdî me stranên xwe jî bi xwe dinivîsandin. Me du stran li ser Efrînê nivîsandiye. Ji bo em ispat bikin ku zarokên Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didomînin em stranên li ser Efrînê dinivîsin. Erdogan nikare me ji çand û nasnemeya me dûr bixe. Em ê her dem çanda xwe bidomînin."
'Em niha bi xeyalên berxwedana xwe didomînin'
Her wiha Dilniya Tobal a 10 salî ye jî wiha got: "Em xeyalên xwe tevî zehmetiyên koçberiyê pêk tînin. Meraqa her zarokekî li ser tiştekî heye. Ya min jî li ser stranan heye. Em di 18'ê Adarê de koçberî Şehbayê bûn. Em niha bi xeyalên berxwedana xwe didomînin. Heta em vegerin Efrînê em ê berxwedana xwe bidomînin."