ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 25 Hezîran 2019
- Rojev
*Di 25'ê Hezîrana 2015'an de DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir û komkujî pêk anî. Derbarê salvegera komkujiya Kobanê de jinên Kobanê yên ku xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, gotin:"Ji bo komkujiyên bi vî rengî pêk neyê em ê her dem xwe bi rêxistin bikin. Em nahêlin komkujiyên wiha dubare bibe." DÎMEN HEYE
*Pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi analîzek xurt heye. Niha her hêzek tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin loma ev pêvajo her ku diçe dijwar dibe. Di nava vê dijwariyê de Gelê Kurd bi bandor dibe. Di vê pêvajoyê de yekîtiya Kurd girîng e. Lê yên wekî Nêçirvan Barzanî ji bo berjewendiyên kesayetî her tiştî bi ya Tirkiyeyê dike. Ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya rayedarên Herêma Federal diyar dibe ku Kurd ne yek in. Heger rayedarên Herêma Federal destûr neda dê Tirkiye wiha bi hêsanî nikariba êrîş bikira. JI PÊNÛSA JINAN
*Zarokên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînin, tevî astengiyên koçberiyê, dev ji xeyalên xwe bernadin. 4 zarokan di nava xwe de komek ava kirine û stranan dibêjin. Zarokan gotin:"Em xeyalên xwe tevî zehmetiyên koçberiyê pêk tînin." DÎMEN HEYE
*Dayikên Kobanê yên ku li Helebê dijîn derbarê komkujiya Kobanê de axivîn û gotin: "Kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd her em şermezar dikin, tolhildan soza me ye. Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin."DÎMEN HEYE
*Li gel hatina demsala havînê bêrîvanan berê xwe da newal û zozanên herî bilind û xweş. Bêrîvanên gundê Batikanê serê sibêhê di rêyên herî taluke de derbasî zozanên alandeştê dibin. Jinan nêrazîbûn nişanî neçêkirina rêyan dan û gotin ku divê şaredarî ji zozanên wan re rê veke. BI DÎMEN
*Wênexêzên Ciwan yên bi pêşangeha xwe balê dikşînin , bi alavên ku bi kar tînin jî hedef dikin ku balê bikşînin ser qirêjiya derdorê û di mijara lêvegerînê de hişmendiyê ava bikin. DÎMEN HEYE
*Afîfe Kartal da zanîn kurê wê Muhammet li dijî tecrîda Îmraliyê 3 mehan di greva birçîbûnê de maye û di vê pêvajoyê de 15 kîlo daye û wiha got: “Her ku kurê min heliya ez xurt bûm. Zarokên min ji vê axê ji dîrokê berxwedan fêr kirin, ez jî ji zarokên xwe hîn bûm. Ez bi wan re têkoşiyam, ez bi wan re serbilind bûm.” DÎMEN HEYE
*Li Bodrumê, Platforma Kudur ya li dijî xebatên li Nîvgrava Kudur ya qada jiyanê ya Foqên Akdenîzê ku nifşê wan li ber tunebûnê ye hatiye avakirin, têkoşîna xwe ya hiqûqê didomîne. Endama Platformê Umay Karabaş da zanîn wê bi piştgiriya gel destûrê nedin çêkirina avahiyên li vir. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerên li Sêwreg û Xelfetiyê bin û got Tirkiyeya li gorî peymanên navneteweyî tev nagere, nikare bibe dewleta hiqûqê jî.