Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
- 14:59 24 Hezîran 2019
- Rojane
RIHA - Cenazeyê Hazal Aslan a ku di serdema qedexweya derketina derve ya li Cizîrê de di jêrzemînê de hat şewitandin û hat qetilkirin, piştî bi 40 mehî hat teşhîskirin û radestî malbata wê hat kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derve hat îlankirin 79 rojan berdewam kir. Di serdema vê qedexeyê de kesên ku hatin qetilkirin cenazeyê wan li goristana bêkesan tê rawestandin. Cenazeyê Hazal Aslan a YPS'yî ku hat aşkerakirin di 16'ê Sibata 2016'an de jiyana xwe ji dest da, piştî 40 mehan hat teşhîskirin. Maşbata Hazalê piştî qedexeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da û piştî bi 40 mehan hat aşkerakirin ku cenaze li goristana bêkesan a li Rihayê ye.
Malbata Hazalê ku cenaze girt, ber bi Wanê de bi rê ket. Cenaze wê li goristana Yenîmahalle ya Wanê bê definkirin.