Jinan li Hewlêrê: Em dixwazin wekhewiyê bi dest bixin
- 14:50 24 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di konferansa ku li Hewlêrê hatî li darxistin de diyar kirin ku divê jin tevlî biryarên siyasî, civakî û aborî bibin û wekheviyê bi destbixin.
Bi armanca pêkanîna projeya ji bo tevlîbûna jinan a ragihandinê, pêşxistina rêveberên jin, parastina jinan a li dijî êrîşên elektronîk, li Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê konferansek hat lidarxistin. Konfrans ji hêla rêxistina Enternews ve pêk hat. Di konferansê de seroka rêxistina Enternews ya li Iraqê Pexşan Kake Weysî axivî.
Pexşan diyar kir ku dixwazin ji bo wekheviya civakê kar bikin û wiha got: "Em dixwazin di her qadê de wekheviyê ava bikin. Wekî di qadên siyasî, civakî û aborî de. Ji ber vê yekî em wekî rojnamegerên jin dikarin di nava civakê de rolek baş di aliyê wekheviyê de û parastina mafê jinan li hemû aliyan de bikin.”
'Divê jin di qada ragihandinê de bixebite'
Şêwirmenda Serokkomarê Iraqê ya ji bo kar û barên jinan Xanim Letîf jî di konferansê de bal kişand li ser rola jinan ya di nava ragihandin û tevlîbûna jinan ya di navendên biryar girtinê de de û axivî: “Karkirina jinan ya di ragihandinê de bi xwe wêrekiya jinan derdixe holê. Divê ji bo ku jin hîn zêdetir di nava ragihandinê de kar bikin, xebat bên kirin. Dema ev yek pêk hat wê jin bikarin mafên xwe bidest bixin.”
'Em dixwazin wekheviyê bidestbixin'
Endama rêxistina Enternews ya bi navê Dunya Merdan jî li ser heman mijarê wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dixwazin wekheviyê bidestbixin. Jin jî bikarin tevlî biryarên siyasî, civakî, aborî û avakirina welat de bibin. Divê jin cihê xwe di hemû navendan de bigrin. Em ê projeyek bi alîkariya hinek rêxistinên sivîl û jinan yên navxweyî de bi rêve bibin. Proje wê li ser asta Iraqê be û ev proje di meha yekem ya îsal de dest pê kiriye."