Dê Baxçeyên Zarokan li Şengalê vebe

  • 14:33 24 Hezîran 2019
  • Rojane
Viyan Said - AlmasNayif
 
ŞENGAL - Di bin banê TAJÊ de dê li Şengalê ji bo zarokan Baxçeyê Zarokan bê vekirin. Jinên Şengalê derbarê Baxçeyê Zarokan de wiha gotin:"Zarokên perwerde dibin xwe baştir dikarin îfade bikin. Ji bo pêşketina zarokan perwerde girîng e."
 
Ji bo perwerdeyan zarokan di bin banê TAJÊ de dê li Şengalê ji bo zarokan Baxçeyê Zarokan bê vekirin. Jinên Şengalê derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Perwerdeya zarokan a di temenê biçûk de gelek girîng e. Divê em ji bo perwerdeyê her dem di nava hewldanê de bin."
 
'Perwerdeya di zarokatî de hîn taybet û girîng e' 
 
Nûra Qasim wiha got:"Niha em li Bajarokê Xanesorê amadekariya kreşê dikin. Zarok ji bo di warê derûnî de xwe baş hês bikin vekirina Baxçeyê Zarokan girîng e. Perwerdeya di zarokatî de hîn taybet û girîng e. Loma divê em girîngiyê bidin perwerdeyê."
 
'Zarokên perwerde dibin xwe baştir dikarin îfade bikin'
 
Nûrayê herî dawî wiha got:"Baxçeyên Zarokan dê hem ji bo zarokan hem jî bo malbatan baş be. Dayikên ku dixebitin jî wê ji bo wan baş be. Çi ji destên me bê em ê bikin. Kar û xebatên wiha dê ji bo zarokan bidome. Zarokên perwerde dibin xwe baştir dikarin îfade bikin. Ji bo pêşketina zarokan perwerde girîng e. Perwerdeya zarokan a di temenê biçûk de gelek girîng e. Divê em ji bo perwerdeyê her dem di nava hewldanê de bin."