'Perwerde nûjenkirina kesayeta jinê ye'
- 13:53 24 Hezîran 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Li Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb a Kantona Kobanê dewreyeke xweser a ji 14 jinan hatiye destpêkirin. Jinên ku tevlî dewreyê bûne nêrîn û hestên xwe di derbarê beşdarbûna perwerdeyê de parve dikin û dibêjin: "Perwerde nûjenkirina kesayeta jinê ye."
Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star di 15'ê Hezîranê de duyemîn perwerdeya îdeolojîk a bi navê Şehîd Rojbîn Ereb li Akademiya Şehîd Masîro a civaka demokartîk li a navçeya Sirînê a Kantona Kobanê hatiye vekirin. Ev dewre ji 14 jinên sazî û rêxistinên civakî pêk tê û dê 15 rojan bidome.
Di perwerdeyê de waneyên giringiya perwerdeyê, rastiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, welatparêzî, hevpeymana civakî, zagonên jinê, dîroka tevgera jinê, jîneolojî, civaka xwezayî, şoreşa jinên Rojava Bakur û Rojhilatê-Suriyeyê, netewa demokratîk û hwd. tên dayîn.
'Perwerde avakirina jinên xwedî zanist û sekne'
Endama Rêveberiya Perwerdeyê Evîn Hesen di derbarê vekirina dewreyê de wiha got: " Perwerdeya ku hatiye vekirin bi rêk û pêk diçe. Ji xwe ev dewre gelek girîng e. Ji ber zihniyeta ku di civaka me de tê meşandin, qalibên civakî li ser dane ferzkirin. Ji bo jin xwe ji van astengiyan xelas bike pêwîstiya xwenaskirina kesayetê heye. Di nava perwerdeyê de ancax mirov bikare xwe ji vê zihniyetê xelas bike û bibe bersiv ji zimanê zayinperestiyê re. Civaka Sirînê jî wiha ye ji bo wê jî li gorî pêwîstiyê van jinan me dewreya xwe da despêkirin ji bo avakirina jinên xwedîzanist û seknek xurt."
'Perwerde jiyana komînal ava dike'
Di berdewamiya axftina xwe de Evînê bal kişand ser disiplîn û rêxistina dewreyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dewreyê de disiplîna me heye. Endam ji saetên sibehê de kom dibin û tevlî dersa xwe dibin. Ji xwe jiyana me di hundirê akademiyê de bi awayekî komînal bi rê ve diçe. Di milê rê û rêbaz, paqijkirina mekan, saetên navberê, kombûn û famkirina derûniya hevalê xwe de bi rihekî komînal em tev digerin. Ji bo wê jî perwerde jiyana komînal dide avakirin."
'Di perwerdeyê de jin xwedî xwestek in'
Endama Dewreyê Yazê Hemd bal kişand ser giringiya tevlîbûna xwe ji perwerdeyê re û sûda ku jê digire û wiha axaftina xwe dom kir: "Ez pir kêfxweş im ku îro ez di perwerdeyeke xweser de derbas dibim. Dersa ku bala min kişand civaka xwezayî bû. Civaka xwezayî dîroka jinên xwedawend ji me re şîrove dike û rastiya jiyana rast a ku bi destê jina pêşeng hatiye birêvebirin bi me dide nasîn di encamê de jî em jê sûd digirin . Ji bo wê jî em çiqas perwerdeya jî bibînin em hîn xwedî xwestek in."
'Perwerde guhertina kesayeta mirovan e'
Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî Ala Mustefa wiha got: "Perwerde şexsê mirovan duguhere. Gelek caran ez derbasî perwerdeyan dibim her perwerdeyek cûdabûneke wê heye. Her çiqas mirov fêr bibe ewqas zanist jî pêş dikeve. Dersa ku herî bandor li min kir şoreşa jinên rojavayê kurdistanê bû. Ji ber îro em di nava şoreşa têkoşîna jinê de ne. Divê em baş fam bikin ku em di nava nivîsandina dîroka jinê de dijîn û ji xwe re wekî şans bibîn ku em nifşê vê şoreşê ne. Tiştên ku ez fêr dibim ez ê bi hevalên xwe re jî parve bikim."
'Perwerde jinê wêrek dike'
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD ) Fatin Muhemed a di nava dewreya perwerdeyê de cihê xwe digire wiha got:"Pêwîstiya hemû jinan bi tevlîbûna perwerdeyan heye. Ji bo em xwe ji taybetmendiyên neyînî xelas bikin gerek cesareta me xurt be û perwerdeya xwe bi awayekî dirust biqedînin. Hêviya min ew e ku hemû jin werin perwerdeyan da ku azadiya jinê mîsoger bibe. Perwerde jinê wêrek dike."