Komeleya ku belgeyên wê yên fermî hatin desteserkirin bi girtinê re rûbirû ye

  • 09:09 24 Hezîran 2019
  • Rojane
MERSÎN - Rêveberên TUAY-DER ya Çukurovayê, diyar kirin ku piştî polîsan bi ser komeleya wan de girtiye, belgeyên wan yên fermî hatine desteserkirin û çûyîna wan a kongreyê ji ber vê hatiye astengkirin û got ji ber kêmasiya belgeyan komeleya wan dikare bê girtin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve bi armanca rakirina tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de hat destpêkirin demek kurt de belav bû ligel hemû girtîgehan li gelek welatên cîhanê belav bû. Çalakî ji 1’ê îlonê d eli hemû girtîgehan belav bû û 30 girtî ketin rojiya mirinê. Malbat jî ji bo dengê xizmên xwe bidin bihistin bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) çalakiya runiştinê û meş dan destpêkirin. Di encama çalakiyan de 8 sal şûnde bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin û li ser banga Abdullah Ocalan çalakî di 26’ê Gulanê de bidawî bû.
 
Dayikên girtiyan û xizmên wan ji bo piştgiriya zarokên xwe daketin kolanan û seranserê çalakiyê rastî zextên polîsan hatin, hatin binçavkirin. Jin bi laçikên xwe yên spî bûn sembola berxwedanê.
 
Piştî çalakiyan binçavkirin û girtin
 
Piştî çalakiyan li hember TUAY-DER û malên xizmên girtiyan operasyona binçavkirinê hat meşandin û di 22’ê Gulanê de bi ser malên xizmên girtiyan, endamên TUAY-DER û Şaxa TUAY-DER a Çukurovayê de hat girtin. Hevserokên komeleyê jî di nav de  gelek kes hatin binçavkirin û hevserok Orhan Hazar hat girtin.
 
‘Hun komeleya îlegal in’
 
Rêvberên komeleyê piştî operasyonê ji bo belgeyê wan yên hatin desteserkirin serî li Walitiya Mersînê dan û hat diyarkirin ku polîsên li Walîtiyê gotine ‘Hun komeleyek Îlegal in. Lêkolînên me yên der barê we de didomin. Em ê belgeyên we nedin.’
Rêveberên komeleyê diyar kirin ku ji ber kêmasiya ewraqan ew nikarîbûn tevlî kongreya Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) bibin û got dikare komeleya wan bê girtin jî.
 
‘Xebatên me didomin’
 
Rêveberên komeleyê di berdewamiyê de wiha gotin: “Operasyona li hember şaxa me bi zanebûn û plankirî hatiye kirin. Biryar dan ser lênûskên me yên biryar, aborî û endamtiyê. Ji vê operasyonê pêşî li me girt ku em tevlî operasyonê bibin. Tevî hemû astengiyên me gotin ‘hun komeleyek îlegal in. Lêkolînên me der barê we de didomin. Em ewraqên we nadin.’ Her wiha gotinên wekê wê operasyonek nû bê kirin jî hene. Lê tevî hemû zextan em xebatên xwe der barê girtiyan de didomînin.”