ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 24 Hezîran 2019
- Rojev
*Ji ser komkujiya Kobanê 5 sal derbas bû. Jinên ku xizmên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin axivîn. Jinan diyar kirin ku birîna wan hîn tezeye lê têkoşîna wan didome û gotin:"Li dijî gelê Kurd bi salan e komkujî pêk tê. Lê em ê li dijî komkujî û neheqiyan her dem li berxwe bidin." DÎMEN HEYE
*Semîra Hesen di nava taxa Şêx Meqsûd de, bi dirûna cil û bergên kurdî tê nasîn. Semîrayê wiha got:"Divê jin di zindana malê de nemîne, bila ji xwe bawer be, kar bike. Tiştên bi destê jinê tê çêkirin cuda ye. Divê jin xwedî li keda xwe derkeve. Em zehmetiyan dikişînin, lê em dikarin li hember van zehmetiyan bisekinin. Destên jinê bi huner in." DÎMEN HEYE
*Derya Remezan ji bo zewaca temenê biçûk got: "Bila keçên me yên temen biçûk nebin qurbaniya rewşa jiyanê, zihniyeta baviksalarî û zextên malbatê." DÎMEN HEYE
* Rêveberên TUAY-DER ya Çukurovayê, diyar kirin ku piştî polîsan bi ser komeleya wan de girtiye, belgeyên wan yên fermî hatine desteserkirin û çûyîna wan a kongreyê ji ber vê hatiye astengkirin û got ji ber kêmasiya belgeyan komeleya wan dikare bê girtin. DÎMEN HEYE
*Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Gola Wanê ya ji ber qirêjiyê bi tunebûnê re hatiye rû hev, rojên bibîrxistinê rojên pêk tîne. Hevşaredar Bedî Ozgokçe bang li hemû gelê Wanê kir û got: “Werin em xwedî li Gola Wanê derkevin. Em xwedî li pêşeroj û bîhna xwe derkevin.” DÎMEN HEYE
*Endama MYK HDP’ê Ozlem Gunduz da zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn bi bandorin û got tu welat nikarin Kurdan ji nedîtîve bên. BI DÎMEN
*Li Amedê ajokarê serwîsa dibistanê M.F.Ç. zaroka ku divê bibira dibistanê, li hember wê êrîşa zayendî pêk anî û di runiştina biryarê ya dozê de,8 sal ceza lê hat birîn. Lê bandora li pêşeroja gumanbar li ber çavan hat girtin û ceza daxistin 6 sal û 8 mehan.