Li Stenbolê hîleyên hilbijartinê

  • 15:46 23 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê ku dengdayîn berdewam dike, gelek hîle hatin kirin. Hat îdakirin ku hin kesên AKP'yî li dibistanan geriyane û ji lijneya sindoqan lîsteya kesên deng bi kar neanîne xwestine. 
 
Li Stenbolê berî bi sê mehan ji ber ku hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat kirin û li ser îtîraza AKP'ê ya li YSK'ê hat îptalkirin îro ji nû  ve hilbijartin tê kirin. Li gel hilbijartina ku berdewam dike hat îdakirin ku dîsa li hin cihan di di dema dengdayînêde hîle hatine kirin.
 
Hin hîleyên hatine kirin wiha ne: 
 
"*Li Umraniyeyê hat îdakirin ku hin kesên AKP'yî li dibistanan geriyan e û lîsteya kesên ku deng bi kar neanîne ji lijneya sendoqan xwestine. Li ser vê peywirdarên HDP'yî û CHP'yî li dibistanan hişyarî li lijneya sendoqan kirin û derbarê mijarê de girtek hatin girtin. 
 
*Li Umraniyeyê li hin dibistanan ji ber ku endamên lijneya sendoqan kêm bûn endamên yekek ku li wê bûn ji bo lijneyê hatin pêşniyarkirin û piştî sondayînê dest bi peywirê kirin. Lê piştî ku endamên eslî hatin hat diyarkirin ku dîsa ev endam ji lijneyê hatine derxistin. 
 
*Li dibistaneke li Bostanciyê jî ji ber ku di cedtvela hilbijêran de pirsgirêk derket hat aşkerakirin ku li du sindoqan dengdayîn nehatiye kirin.  Lê pitî ku parêzer çûne dibistanê pirsgirêk hatiye çareserkirin û hilbijartinê berdewam kiriye..."